Kajîn Nizar

Endam

Li bajêrê zaxo ji dayk bûye, xwendina seretay, navincî u amadeyî li heman bajêrî bi dawî înaye, helgira bawernameya bekaloryosê ye bi zanistên endazîyarîya çandinê ji zanîngeha dihok li sala (2020). Li sala (2016) çûye di meydana karê mîdîyayê da, u šîyaye çendîn bawernamên giringên navxwe u nîvdewletî di buwarê mîdîyayê da bi dest bixe, u pêštir bo mawê pitir ji šeš mehan weke nûçegehan li (Rojnama Evro) kar bike, her weha çendîn gotarên sîyasî ji bo malperên rojname u saytan nivêsîne, wek: (rojnama evro, rojnama hewlêr, saytê gulan mîdîya, saytê war mîdîya, ajansa zagros). U di demê noke da weke fermanber li ragehandina zanîngeha zaxo kar dike.

Dilêr Kemal Ehmed

Endam

Li bajêrê (Sêmêl)ê ji daykbûye. Xwendina seretayî, navnicî û amadeyî li heman bajêrî bi dumahîk înaye, helgirê bawernameya bekaloryosê ye bi ziman û edebê Kurdî ji zankoya zaxo li sala (2014) û bi pileya duyê li ser astê pişka xo derçû ye. Di çendîn kovar û rojnameyên deverê da wek stafê serekî karkirîye, bo nimûne rêveberê nvêsînê li kovara (Bîşeng) ya zankoya Zaxo bûye, herwesa desteya nivêsînê li kovara (Elîktra) û kovara (Dahênan) bûye. Çendîn gotar û lêkolîn li rojname û kovarên parêzgehên herêma Kurdistanê belavekrîne û çendîn nvêsînên wî bo zmanê ‘erebî hatîne wergêran, herwesa çendîn xelatên rêzlênanê ji sazyên bawerpêkrî wergirtîne.

Di demê nuke da wek serperşitê beşê zimanê Kurdî li malperê fermyê zankoya Zaxo kar dike

  • Location: Kurdistan - Sêmêl

Şeden Tehsîn Isma’îl

Endam

li sala (1988) li parêzgeha (Bexdad) ji dayikbûye, helgira bawernameya bekaloryosê ye li kolîja ragehandinê li zankoya Bexdad li sala (2009), li çendîn sazî û ajansên ragehandinê karkirîye, wek: ajansa nûçeyan, ajansa Enba ya Bexdadî, ajansa Esrar,  rojnameya Enhar,  radyoya Dengê Qutabîyan û êketîya rojnamevanên Îraqî.

Dr. Karwan Fehmî Samî

Serperiştê Gistî

Li bajêrê Zaxo  ji dayikbûye, xwendina seretay û navendî û amadeyî li heman bajêrî bi dumahî anîye. Bekaloryos bi zansitên kompyoterî ji zankoya (Dihok) li sala (2007) wergirtiye, bawernameya masterê bi zanistên kompyoterî ji zankoya (Upsala) li sala (2011) bi desitve anîye, paşan bawernameya diktorayê bi zansitên komyoterî ji zankoya (Zaxo) li sala (2018) wergirtiye. Di demê niha de harîkarê serokê zankoyê ye bo karûbarên qutabiyan li zankoya Zaxo.

 863 total views,  1 views today