Mirov bûnewerk zanîn xwaze û her ji dema hay ji dewrûberê xe hebûye pirsa hebûna tişta kirye û li berisvan gera ye, bi merema hindê da ku xwe di gel dewrûberê xwe bi guncîne û nas bike. Li vê derê diyar di be ku mirov hemû dema ji zanînê hez dike û viyana zanînê li nik wî xasyetek sroştî ye. Ji ber ku yekem bûnewere heta niha di geşe û werarê da ye, eve jî taybetmendîyek mirovbûnê ye û ji bûnewerên din dihê cida krin. Lê belê gelek caran nikare bi hinek tişta bigehe yên ku çavên wî dibîne, guhên wî guhlê dibe, ji ber hindê pena bo hinek rêkên din birî ye da ku wê heza xwe ya zanînê pirr bike. Eve jî egerek xorte ku fîlosufî û zansit peydabûye. He rgava ev hez li nik mirovî beref kizbûnê û nemanê ve çû, hîngê nezanîn û cehil dibe êşek giran li cem mirovî, helbet çareserî jî bi zehmet dikeve, bi tenê me’rîfet dişêt bibe derman bo wê zam û birînê.

Civaka Kurd jî ji bo ku ji vê êşa kojek rizgar bibe, pêdvî bi zanîn û rewşenbîrîyê ye û divêt amrazên baş bo gehandna vê rewşenbîrîyê hebin û hêsantirîn amraz jî ku di vî serdemî da ragehandin û turên entirnêtê ne.

Xedeng malperek rewşenbîrî giştîye û girêdaye bi senterê (Teknolojya zanyarî û amarê li zankoya Zaxo). Ev malper zimanhalê zankoya Zaxo ye û dê babetên (edebî,fîlosufî, zansitî û raportên rojnamevanî) têda hêne belav krin.

 

2 thoughts on “Xedeng û Meirîfet

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *