Dilêr Kemal Ehmed

Li bajêrê (Sêmêl)ê ji daykbûye. Xwendina seretayî, navnicî û amadeyî li heman bajêrî bi dumahîk înaye, helgirê bawernameya bekaloryosê ye bi ziman û edebê Kurdî ji zankoya zaxo li sala (2014) û bi pileya duyê li ser astê pişka xo derçû ye. Di çendîn kovar û rojnameyên deverê da wek stafê serekî karkirîye, bo nimûne rêveberê nvêsînê li kovara (Bîşeng) ya zankoya Zaxo bûye, herwesa desteya nivêsînê li kovara (Elîktra) û kovara (Dahênan) bûye. Çendîn gotar û lêkolîn li rojname û kovarên parêzgehên herêma Kurdistanê belavekrîne û çendîn nvêsînên wî bo zmanê ‘erebî hatîne wergêran, herwesa çendîn xelatên rêzlênanê ji sazyên bawerpêkrî wergirtîne.

Di demê nuke da wek serperşitê beşê zimanê Kurdî li malperê fermyê zankoya Zaxo kar dike

  • Location: Kurdistan - Sêmêl