Rizoyê Xerzî

Bi rastî piştî ku min romana Çerxa Xedar ya Yaşar Eroglu xwend wekî belgefîlmekî çîroka koçberiya kurdan ya ji cih û warên wan hat ber çavên min. Her wiha dibe şahidê zilm û zora li gundiyan hatiye kirin û çawa ji neçarî, mal û milkên xwe, cih û warên xwe berdane.

Ji aliyekî din ve jî wekî belgeyeke dîrokî çend grevên birçîbûnê yên girtiyên zindanan jî tê de cih digire. Jiyana di zindanê de, sirgûna girtiyan ya ber bi bajarên dûrî cih û warên wan, zehmetî û pêkutiyên li pêşiya malbatên wan di rêwîtiya wan bajarên dûr de ji bo serdana girtiyan, tev bi rengekî lihevhatî hatiye hûnandin.

Lê li gorî min tiştekî ku kêm maye di vê romanê de ji bo bibe belgeyeke dîrokî an jî belfîlmek ew e ku ne cih û ne jî dîrok nehatiye nivisandin. Gelo ew bûyer li kîjan deverê û kengî qewimîne nehatiye destnîşankirin.

Ez baş nizanim ew yek ji aliyê nivîskar ve bi zanebûn hatiye kirin yan jî xwestiye tiştekî din bibêje. Wekî mînak dibe ku ew yek bi zanebûn jî ji aliyê nivîskar ve hatibe kirin û xwestibe ku bibêje navê gundên ku hatiye şewitandin û xelkê wî hatiye koçber kirin ne girîng e, ji ber ku heman tişt li hezaran gundan qewimîne. An jî bi mebeseteke din bi kar aniye.

Heman tişt ji bo navê karekterên di romanê de jî derbasdar e, mesela ne navên wan lê sifetên wan hatiye bikaranîn. Navên du karekterên sereke Porzer û Porreş e . Heta nîvê romanê navê Fuad wekî Porreş derbas dibe û navê karakterê cerdevan jî heta dawî wekî Porzer berdewam dike.

Bi her halî li gorî min her çendî tiştê li wî gundî qewimiye hema bêje bi heman rengî li hezaran gundên din jî qewimîne û çalakiya rojiya mirinê ya girtiyan jî bi heman rengî gelek caran dubare bûye lê diviyabû navê wê çalakiyê û cihê bûyerê hatibûya destnîşankirin.

Tiştekî din jî bala min kişand di romanê de; hema bêje di hemû destpêkirina paragrafên nû de bi rewşa hewayê dest pê kiriye, her çendî zêde neşibin hev jî wekî dubareyekê di serê xwendevan de çêdike. Wekî mînak ‘barana gumreh’ gelek caran dubare dibe.

Li gorî min tiştê herî xweş û balkêş jî di vê romanê de karakterê dayika Fuad, Sînemê ye ku di bin çi şert û mercên giran de diçe girtîgehên wan bajarên dûr ji bo serdana kurê xwe. Ew karakter mînakeke balkêş e ji bo kul, derd, êş, zehmetî û azarên ku malbatên girtiyên siyasî dijîn û vê rewşê baş radixe ber çavan.

Roman bi giştî bi zimanekî sade û xweş hatiye hûnandin û hêjayî xwendinê ye û ji bo ku bibe belgeyeke dîrokî cih û dema van bûyeran jê kêm maye. Tenê li gorî pesindayînê cihê ku ev bûyer lê qewimîne, mirov têdigihîje ku gundekî li ser sînorê başûr e. Ji bo mirov dîroka wan çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê jî nas bike ku kengî qewimîne tu delîl di destê mirov de tune ye, tenê mirov ji çapa pirtûkê dizane ku ew di 2020’an de hatiye çapkirin û çalakiya girtiyan ya herî nêzî wê demê rojiya mirinê ya sala 2019’an e.

Xwebun.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *