Eşiq û Agir
Yara minê!
Min ji dêmê te yê zanî…
Welatê min çendê geşe.
´O ji pirça te ya zanî..
Ka ew şeva bi ser welatê minda dihêtin…
Çenda reşe..
Lê ´eşqa te..
Di dilê minda agire u
Agirî dixwazît.
´O dilekê tijî agire
Eger peqî î î
Ew çi şeve,
Dê xo girît?
Yan çi helametê reşe,
Dê rê li vî agirî birît?

Mueiyd Taib
Latînîkirin: Xedeng

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *