- Berameya Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê, hat aşkerekirin.
Diyar bû ku Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê ji 21 ta 24 Tîrmehê sala 2021 ê di Sînemayê “Karo 11 Oktyabr” ya Moskowê de birêve biçe û bi giştî tê de 35 berhemên kurdî: 15 fîlmên dirêj û 20 belgefîlm û kurtefîlm bêne pêşandan.
Berfin Design Group – rêkxerê Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi daxuyaniyeke nivîskî bernameya festîvalê aşkere kir.
Di daxuyaniya Rêkxera Festîvalê de tê gotin, Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlimên Kurdî ya Moskowê 21ê Tîrmehê 2021ê de bi piştgiriya Projeya “KARO ART” li Hola sînemaya “Oktyabr” destpê bike û ta 25 Tîrmehê 2021 bidome.
Bername û bilêtên festîvalê êdî li ser malperê ne: https://karofilm.ru/art?&event=751
Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê di lîsteya festîvalên fîlmên navneteweyî yên Wezareta Kulturê ya Rûsyayê cih girtiye, yên ku sala 2021-an li erdê Federasyona Rûsyayê de têne li dar xistin. Festîval ji hêla Wezareta Kulturê ya Federasyona Rûsyayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê piştgirî kirin.
Di çarçoveya festîvalê de temaşevan dê çêtirîn fîlmên nûjen ên li ser mijarên Kurdî, yên ku di festîvalên fîlimên navneteweyî de bi xelatên bi prestîj hatine xelatkirin, bibînin û her weha bikaribin beşdariya semînrên li gel afirînerên fîlman jî bikin.
Bi tevahî, bernameya festîvalê 35 fîlmên ji celebên cihêreng ên ji çar aliyên cîhanê vedihewîne, ku piraniya wan dê yekem car li Rûsyayê bêne pêşandan.
Bi giştî li salonên Sînemaya “Karo 11 Oktyabr” dê 15 fîlmên dirêj werin pêşandan. 20 kurtefîlm û belgefîlm ên mayî jî, di rojên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê de wê li ser platforma online werin pêşandan.
Di sala yekem a Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê de, karê juriyê nehatiye plankirin, ji ber ku armanca sereke ya festîvalê ew ku sînemaya Kurdî bi şêniyên Moskow û mêvanên paytextê re bide nasandin.
Bi saya Fetsîvalê, temaşevan dê bikaribin li fîlmên li ser çand û dîroka gelê Kurd, her weha li ser jiyana wî ya nûjen û pirsgirêkên wî temaşe bikin.
Hemû fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlm ên beşdarî Festîvala Fîlman dibin, yên ku ji hêla derhênerên ji her çar parçeyê Kurdistanê û li welatên din hatine kişandin, dê bi zimanê orîjînal û bi jêrnivîsa Rûsî werin pêşandan.
Dîrektorê Festîvalê, seroka Berfin Design Group – Gulîzer Gerdenzerî dibêje: “Me plan kiribû ku festîvala xwe di Gulana sala borî de li dar bixin, da ku hevdem bi 75-emîn salvegera Serfiraziya di Şerê dijî Naziyan de pêk were, ku gelek Kurd jî tê de beşdar kiribûn. Lê pandemiya li cîhanê sererastkirina xwe bi xwe çêkir û em neçar man ku festîvalê taloqî sala 2021-an bikin. Em hêvî dikin ku îsal her tişt dê bi serkeftî biçe sêrî û festîvala Fîlmên Kurdî dê bibe bûyereke kulturî ya girîng a li Moskowê.”
🟥
☀️
🟩
- 1. Moskova Kürt filmleri Festivali’nin programı açıklandı.
Festival programı 21 -24 Temmuz 2021 tarihleri arasında Moskova’daki “Karo 11 Oktyabr” sinema salonunda gerçekleşecek.
Program kapsamında toplamda 35 filmin gösterimi gerçekleştirilecek. Bunlardan 15’i uzun metrajlı film, 20 tanesi de Kürtçe belgesel ve kısa filmlerden oluşuyor.
Festival sponsorlarından Berfin Design Group’un yaptığı açıklamaya göre Moskova Kürt Film Festivali Rusya Kültür Bakanlığı’nın uluslararası film festivalleri listesinde bulunuyor. Festival Rusya Kültür Bakanlığı ve Kürdistan Bölgesi Hükümeti tarafından destekleniyor.
Sinemaseverler bu program sayesinde birçok festivalden ödülle dönen modern Kürt sinemasının örnekleri ile tanışacak ve çeşitli seminer ve söyleşilere katılabilecek.
Festival programında yer alan 35 film ilk kez Rusya’da gösterilmiş olacak. “Karo 11 Oktyabr” sinema salonunda 15 uzun mesajlı filmin gösterimi yapılacak, kalan 20 kısa film ve belgeselin gösterimi ise yine festival kapsamında online platformlardan gerçekleştirilecek.
Festivalin bir özelliği ise jürisiz olması. Festivalin amacı Kürt sinemasını Moskovalılarla tanıştırmak olduğu için yarışma bölümü düzenlenmedi. Festivalde gösterilecek filmler sayesinde sinemaseverler Kürtlerin modern hayatını ve yaşadıkları sorunlara tanık olacak.
Filmlerin tamamı hem orijinal dillerinde hem de Rusça altyazıyla gösterilecek.
Festival Direktörü ve Berfin Design Group Başkanı Gulîzer Gerdenzrî Festival ile ilgili şu şunları söyledi: “Biz Festivali geçen yılın Mayıs ayında gerçekleştirmeyi planlamıştık ki Nazilerin yenilgiye uğratıldığı zaferin 75. yıl dönümüne denk geliyordu. Kürtler de bu savaşta yer almıştı. Ancak bütün dünyada olduğu gibi burada da pandemi nedeniyle festival programının ertelemekle durumunda kaldık. Bu festivalin Moskova için önemli bir kültürel deneyim olmasını dilerim.”
Zanîngeh.