Nêrîna ku berdevkên xebatên folklife (jiyana gel) piştgirî danê
bi giştî dikare wek “folk-cultural”-gel-çandi” were binavkirin; ev
di ferhenga wan de rengdêreke favorî ye. Di dema niha da ew
ji teorik behtir handêr (hortatory: tiştê teșwîq dike), ji felsefî
behtir etnografik e. Daxwaz û parastina wan ya sereke, wek ji
aliyê xwedî û editorê kovara Gwerin (“gel” bi zimanê Welsh)
Torwerth Peate li Wales, an jî wek ji aliyê xwedî û êdîtorê kovara
Pennsylvania folklife Don Yoder li Amerika hatiye ziman, berfi-
rehkirina bala folklornasan e ji bo ku hilberînên şênber ên gel û
bi vî awayî tevahiya folklife hembêz bikin. Li ser mijarên folk-
life lêkolînên takekesane bi teswîrkirina fizîkî (gelek caran ligel
wêne û xêzikan), jinúveavakirina dîrokî û analizên belavbûnê re
eleqedar bûne.
ji bo bersivdayîna liberabûnên (objection) ku dibêjin lêkolî
nerê folklife (jiyana gel) bi nav nû ye lê ew entîqevanê kevin
Henry Glassie di berhema xwe ya bi navê Pattern in the Mete-
rial Folk Culture of the Eastern United States-Pattern” di Çanda
Gelêrî ya Madî ya Rojhilata Dewletên Yekbûyî de hinek rêgezên
mîsoger vegotine. “Xwendekarê herî baş ê folklorê lêkolerê se-
hayî û teorisyen her du ye, û xebata modern ya çanda madî dika-
re teswîra bi detay û rêzkirina daneyên sahê, pêwendiyên dîrokî-
erdnîgarî yên tîpan, avakirin û bikaranîn û her weha texmînên
fonksiyonî û derûnnasî jî di nav xwe de bihewîne” (p.16). Glassie
pêşniyara derketina derveyî gotûbêjên dîrokê û belavbûna objê
û di nav jiyana çêker û bikarhênerên wê de lêgerîna rola hestî û
çandî dike. Pirsên dijwar ên teorîk ku Glassie di pêvajoya xebata
xwe ya zanistî ya tijî pêşkêşî û belgeyî de behsa wan kiriye ev in;
xwezaya estetîka gelêrî, têkiliya hûnerên gelêrî bi yên popûler,
diyarkirina sehayên herêmî yên çanda gelêrî (barê herî giran ê
xebata wî), danûstandina di navbera hereketa fikir û objeyan,
memnuniyetên çanda madî di dinyayeke xwedî teknolojiya gir-
seyî de, û pêşketina şêwaza jiyana gel ya Amerîkî. Giraniya wî
ber bi erdnîgarnasan û li dijî dîroknasan e, û li ser cudahiyên
fezayî, li dijî homojenîtiya kronolojîk e.
Bingeha teoriyê di bawernameya doktora ya neh-sed rûpêlî
ya Michael O. Jones li zanîngeha Indiana (1970) de cih digire,
“Chairmaking in Appalachia, a Case Study of Style in American
Folk Art” (Li Appalachia Kursiçêkirin, Minak-Xebata şêwazê di
Hûnera Gelêrî Amerikî de). Jones ji bo lêkolîna aletên kar-
dest” ên çanda madî ku ji bo armancên bifêde hatine sêwiran-
din modeleke kompleks a teorik amade dike. Ev model aboriya
xwemalî ya hilberîn û belavkirinê, cureyên derûnnasî yên hû-
nermendan, bandora derveyî ya çêșt û daxwazê ku tesîrê li ci-
maata gel dike, hêmanên jîngehê yên materyalên xav kontrol
dikin, û têknîkên kevn ên ku ji aliyê hûnermendan ve hatine
destkarîkirin, tehlîl dike. Jones dixwaze her tiştê ku dikeve nava
pêvajoya hûnera gelêrî – dîrokî, takekesî, çandî, tradisyonî, es-
tetik, aborî, xwezayî- ber çavan bigire.
Nivîsîn: RICHARD M.DORSON.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *