Ne bi paçan zik gir dibe
Ne jî girbûn bi bejnê dibe
Wêrekî û lehengî bi dil dibe
Dil ne gir be dîlketin çêdibe

Di daristanê de rovî û sihor (sivor) bi hev du re dibine heval.
Her tim bi alîkariya hev ji xwe re xwarin û vexwarinan peyda
dikin, zikê xwe birçî nahêlin. Pir caran jî nêçîra wan gelekî bi
zehmet derbas dibe. Bi hev du dişêwirin û biryara xwe didin
ku çareyekê ji xwe re bibînin, çareyeke mayînde û ji vê rewşa
xeternak xwe xelas bikin.
Rovî û sihor demeke dirêj birçî dimînin. Mêze dikin ku ni-
karin tiştekî bi dest bixin, radibin diçin cem şêr ku şêr alîkariya
wan bike. Şêr alîkariyê qebûl dike û wan dibe ser girekî bilind.
Li hawîrdorê mêze dike û dibîne ku karwanek di rê de tê. Dema
ku karwan nêzîk dibe, şêr ji rovî û sihor re dibêje:
-Ji bo ku ez nêçîra xwe karibim bikim hinek şertên min
hene, pêwîste ez wan bînime şûnê. Şêr xwe gij dike, dihejîne
û ji wan dipirse:
-Pirça canê min gij bûye?
Her du bi hev re dibêjin:
-Belê, gij bûye.
-Çavên min sor bûne?
-Belê, sor bûne.
-Boçika min bûye xelek?
-Belê, boçika te jî bûye xelek.
-Kevir ji ber lingên min dipekin?
-Belê, dipekin.
-Tamarê min diavêje?
-Erê, him jî çito diavêje.
Di vê navberê de êdî karwan gelekî nêzîkî wan dibe. Şêr bi wê hêzê xwe diavêje nav karwanî. Yên li derdora karwanê ji
tirsan direvin. Şêr xwe diavêje kerekê, kerê dirêjî erdê dike û
dikuje. Tê ba wan, dema ku karwan dûr dikeve, her sê diçin ser
berata kerê û zikê xwe têr dikin. Heta demeke dirêj rovî û sihor
debara xwe bi wî cendekî dikin.
Piştî wê, çend carên din jî diçin cem şêr û şêr alîkariya wan
dike. Dîsa rojekê dixwazin herine cem şêr, lê rovî ji sihor re
dibêje:
-Hevalê sihor êdî pêdiviya me bi şêr nema, em bi xwe jî di-
karin zikê xwe têr bikin.
-Ez mîna te nafikirim rovî, te zû ji bîr kir, hîn hefteyek nebû
me dikir jî birçînan bimirana.
-Tu meraq meke, ez fêrî usûla şêr bûme, vê carê ezê wekî wî
nêçîrê bikim.
-Ew şêr e tu rovî, ew bi hêz e, tu bêqewet, ev ne karê te ye
qurban.
-Heyfa te heval, ez fêr bûm ku nêçîrvanî çawa tê kirin, tu yê
bibînî, xem neke.
Sihor dixwaze rovî şiyar bike, lê rovî bi xwe bawer e û qet
guh nade sihor. Radibin diçin ser girekî. Dipên ku karwanek
were û ew jî êrişî karwanî bikin. Ji dûr ve karwan xuya dike.
Rovî ji sihor dipirse:
-Ka mêze bike pirça canê min gij bûye?
-Na, pirça canê te gij nebûye.
-Wisa nabe, bibêje belê, gij bûye.
-Belê, belê, pirça canê te gij bûye.
– Çavên min sor bûne?
-Belê, çavên te sor bûne.
Welhasil tiştên ku şêr ji wan dipirsî, rovî jî yek bi yek ji sihor
dipirse û ew jî her çiqas bi derew be jî, pirsên rovî erênî diber-
sivîne û dipejirîne. Êdî karwan heta tala wan hatiye. Rovî wê
gavê xwe diavêje nav karwanî. Xwediyê karwanî dibîne ku rovî
dixwaze ajalên wan bikuje, ew û merivên wî, bi şivan têne ser
rovî, rovî dikine nav xwe û diçerpîninê. Rovî bi zor xwe ji xeze-
ba wan difilitîne, baz dide û di nav xwînê de xwe digihîne cem
sihor. Bi hilkehilk xwe li erdê dirêj dike. Sihor diçe ser rovî, lê
mêze dike, bi rewşa hevalê xwe dikene û dibêje:
-Hevalê rovî, aha hîn teze çavên te sor bûne, pirça te gij
bûye, boçika te bûye xelek, kevir ji ber lingên te dipekin.
Nivîsîn: Abdulrahman Benek

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *