Eşiq û Agir
Yara minê!
Min ji dêmê te yê zanî…
Welatê min çendê geşe.
´U ji pirça te ya zanî
Ka ew şeva bi ser welatê minda dihêtin…
Çenda reşe..
Lê Eşiqa te..
Di dilê minda agire û
Agirî di xwazît.
´U dilekê tijî agir..
Eger peqî y y
Ew çi şeve,
Dê xo girît?
Yan çi helametê reşe,
dê rê li vî agirî birît
Mu´eyed Teyb
Latînî kirin: Xedeng