HEME SALIH FERHAD

BILÊSE (Alav): Kovara edebiyat û civakî ya mehane ye. Li Silêmanîyê ji aliyê Civata Mamostên Silêmanîyê va di sala 1959’an meha Tebaxê da hejmara pêşin der çûye. Hejmara dehan û ya dawîyê ji di sala 1960’an da derketîye.

DENGÊ MAMOSTE: Kovara çandî û perwerdeyî ya mehane ye. Ji alîyê Yekitîya Mamosteyên Kurdistanê-Beşa Silêmanîyê va di meha Sibata sala 1971’an da hatîye weşandin. Heta sala 1973’an weşana xwe domandîye.

HÊVÎ: Ji aliyê Yekitîya Mamosteyên Kurdistanê-Beşa Dihokê va, li bajarê Dihokê der çûye. Kovareke mehane ye. Çend hejmar derketîye, hejmara pêşin di sala 1971’an da hatîye weşandin.

BO PÊŞEVE: Civata Mamosteyên Kurdistanê-Beşa Hewlêr, li bajarê Hewlêr hatîye weşandin. 2 hejmar der çûye, hejmara ewilîn di sala 1973’an meha Sibatê da hatîye weşandin.

AMANC: Ev kovar ji aliyê Sekreterîya Yekitîya Mamosteyên Kurdistanê va li Bexdayê hatîye weşandin. Hejmara pêşin di meha Çîleya Pêşin a sala 1974’an da derketîye û çend hejmar hatîye weşandin.

WEŞANÊN KU JI ALÎYÊ XWENDEKARAN HATINE DERXISTIN

DENGÊ QUTABYAN (Dengê Xwendekaran): Ji aliyê Yekitîya Xwendevanên Îraqê, li Bexdayê hatîye weşandin. Hejmara pêşin di sala 1959’an da derketîye û 4 hejmar hatîye weşandin.

DENGÊ QUTABYAN: Kovara çandi, ji aliyê Yekitîya Xwendekaran Îraqê-Beşa Kerkûkê bi zimanê KurdÎ, TirkÎ û ErebÎ hatîye weşandin. Hejmara ewilin di sala 1959’an da derket û tenê 3 hejmar hatine weşandin.

HÎWAYÎ KURDISTAN: Kovara edebÎ, civakÎ ya xwendekaran ye. Ji aliyê Yekitîya Xwendekarên Silêmaniyê, li vî bajarî hatîye weşandin. Hejmara pêşin meha Çirîya Paşin sala 1959’an da, ya dawîyê ango hejmara 13’an ji di sala 1960’an 19’ê meha Çirîya Pêşin hatîye weşandin.

GIZING: Ev jî ji aliyê Yekitîya Xwendekarên Silêmanîyê hatîye weşandin. Kovareke civakî, edebî bûye. Hejmara pêşin li bajarê Silêmanîyê di sala 1959’an da hatîye weşandin.

JIYAN: Kovara xwendekarên bûye. Ji aliyê Yekitîya Xwendekarên Îraqê-Beşa Hewlêrê hatîye weşandin. Di sala 1960 meha Çirîya Paşin da hejmara pêşin, di sala 1961’an da ji hejmara dawî hatîye weşandin.

XEBATÎ QUTABYAN: Wext bi wext ji aliyê Sekreterîya Yekitîya Xwendekarên Kurdistanê va, li Bexdayê bi zimanê Kurdî û Erebî wek kovarek xwendekaran hatîye weşandin. Hejmara pêşin di sala 1970’an da hate weşandin û çend hejmar derket.

WEŞANÊN KU JI ALÎYÊ DIBISTANAN Û SAZÎYÊN PERWERDEYÎ HATINE DERXISTIN

NIŞTÎMAN: Li bajarê Silêmanîyê ji alîyê Dibistana GORAN, wek kovareke îlmî û edebî hatîye weşandin. Hejmareke wê tenê di sala 1959’an meha Adarê da weşiyaye.

HUNER: Li Silêmaniyê ji aliyê Mekteba Sinetên Destan, wek kovareke hunerî hatîye weşandm. Usa diyar e ku tenê hejmarek di sala 1959’an da çap bûye.

RÊBER: Kovara perwerdeyî ya xwendekaran e. Ji aliyê Dibistana GORAN hatîye weşandin. Hejmara pêşin di meha Avrêla 1966’an da, ya dawîyê di sala 1968’an da hatîye weşandin.

GIZING – ÇÎYA: Ev kovar jî ji aliyê Dibistana Goran hatîye weşandin. Hejmara ewilî bi navê Gizmg di sala 1967’an da, hejmara duduyan û ya dawîyê ji bi navê Çîya di sala 1968’an da hatîye weşandin.

TÎŞK (Çirûsk): Ji aliyê Mekteba Mamosteyan a Hewlêrê, salê carek hatîye weşandin. Hejmara pêşin di sala 1969’an da ya dawîyê û ya duduyan ji di sala 1970 da hatine weşandinê.

RIHÊLE: Li Hewlêrê ji aliyê Dibistana Goran wek kovareke perwerdeyi û çandi, salê carek hatîye çap kirm. Hejmara pêşin bi vî navî hejmara duduyan, û ku ya dawîyê ye, bi navê “Birî Nû” di sala 1972 da hatîye weşandin. (hejmara pêşin ji di sala 1971 da çap bûye).

KOLECÎ EDEBÎYAT (Koleja Edebiyatê): Ji alîyê Zaningeha Bexdayê beşa Koleja Edebiyatê, wek kovareke ilmî û akademîk bi zimanê Kurdî, Erebî û îngilîzî hatîye weşandin. Hejmara pêşin di sala 1972, ya axirîn û hejmara 23’an ji di sala 1979’an da çap bûye.

BEREV RONAHÎ: Ji aliyê mckteba navîn ya bi navê Gelale Goran we kovareki edebi û çandi li Gelaleyê hatîye weşandin. Hejmara ewilîn di sala 1972 da, ya axirîn û ya sisêyan ji di sala 1973’an da hatîye çap kirin.

ZANKO (Zaningeh): Kovara ilmî ye û ji aliyê Zanîngeha Silêmanîyê hatîye weşandin. Bi zimanê Erebî, Kurdî û îngilizî çap bûye. Hejmara pêşin di sala 1975’an da derketîye. Di cilda heştan da û bi hejmara duduyan, di sala 1981 da weşana xwe sekmand.

GULALE: Kovara xwendekaran e û ji aliyê Zanîngeha Silêmaniyê hatîye weşandin. Bi zimanê Kurdî û Erebî derketîye. Hejmara pêşin di sala 1976’an da derketîye. 77 salên xwendmê hatîye weşandin.

ASOYÎ ZANKO (Bergeha Zaningehê): Ji aliyê Zaningeha Silêmanîyê wek kovarek çandi bi zimanê Kurdî û Erebî hatîye derxistin. Hejmara pêşin di sala Î977’an da derketîye.

ROJNAME Û KOVARÊN ZAROKAN

ESTÊRE (Stêrk): Wek parçeyek kovara Roji Kurdistan h bajarê Silêmanîyê derketîye. Hejmara pêşin di havina sala 1972 da derketîye.

ESTÊRE: Kovara mehane ya zarokan e. Ji aliyê Rêvebiriya Giştî ya Sazîya Çanda Kurd li Bexdayê hatîye weşandin. Hejmara pêşin di sala 1975’an meha Gulanê da çap bûye û tenê du hejmar derketîye.

ROJNAMEYÊN KU BI DESTAN HATINE NIVÎSANDIN Û WEŞANDIN

Vana di wan çaxan da li hember qedexeyên hukim, bi dest hatine nivisîn û belavkirinê. Meriv dikare bêje, ku ew nîv-aşkere û nîv-veşari bûne. Di wan deman da navê ku em bikaribin behs bikin û yê ku navdar e, Mamoste Şakir Fettah e. Wan çaxan di nehiyên Hurrnal, Qadir Keremê da ew serwêr bûye. Dîsa li qeza Çemçalê ji qeymeqami kirîye.

BASERE (navê cîh-warekî ye): Ji aliyê Şakir Fettah li Qadir Keremê ev rojname hejmara xwe ya pêşin di 25’ê meha Hezirana 1942’an da weşandîye. 24 hejmar derketîye. Hejmara axirîn di sala 1942’an 23’ê meha Çirîya Paşin hatîye weşandin.

HURMAL (nehîyeki li kurdistana Îraqê ye): Ji alÎyê Şakir Fettah, bi destan hatîye nivîsin û belavkirinê. Hejmara pêşin di 3’ê meha Hezîrana 1940’an da, hejmara 24’an û ya dawi-yê di 24’ê meha îlona 1940’an da hatîye weşandin.

ÇEMÇEMAL (qezakî nêzî Kerkûkê): Rojnameya hefteyî û dirokî ye. Ev ji bi destan hatîyenivîsîn. Dîsa ji aliyê Şakir Fettah va li Çemçemalê hatîye weşandin. Hejmara pêşin di sala 1946 meha Tirmehê da, hejmara dawîn ku ya 7’an bûye, di 12’ê meha Tebaxa 1956’an da derketîye. Şakir Fettah, xên jî rojnameyên ku me navê wan li jorê da li bajarê Aqrê bi navê AQRE, bi zimanê Erebî dîsa rojnameyek derxist. Di mabeyna 15.7.1950 -15.9.1950 da mamoste Şakir Yusif ev xebat wergerande ser zimanê Kurdî û di sala 1984’an da çap kir.

Jêder: Kovara Roja Nû 30 /1991, Stockholm

Riataza

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *