Celteya mejî yeke ji sedemên mirinê di cîhanê da, ku gelek caran jiber qelewî û cigarekêşan û dermanên rêgrîkirin ji dûgyanê rûdidet.

Rûpela Seydetî di babetekê saxlemyêda nivîsye, ji (٪80) ya rûdana celteya mejî jiber kombûna çewrye di boryên xuynêda, ku jiber wê xuyn di boryên mejîda dimehît û dibîte sedema celteyê.

Ji dyartirîn sedemên rûdana celteya mejî:

– Cigarekêşan.

– Livînên kêm û werziş nekirin.

– Qelewî.

– Bikar´înana hebên rêgrîkirin ji dûgyanyê.

– Maneve li ser yek şêwazê roniştinê bo dema zêdetir ji çar demjimêran.

– Dan’emerbûn bi taybet serday (65) salî rastî vê nexoşyê dihên.

– Domdirêjî.

– Xirabya sîstemê xwarinê û dewlemend bi çewrî.

Nîşanên rûdana celteya mejî evene:

– Hebûna arîşeyê di livînên masulkeyanda.

– Têkçûna axaftinê yan jî neşyana axaftinê.

– Dirustbûna arîşeyê di astê dîtinêda.

– Hestkirin bi lawazî û bêhêzyê.

– Janesera rexî bi tundî, anku layek di´êşît.

– Gelek caran pêtîbûna nîva leşî dîvda dihêt.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *