Di roja 22yê Nîsana vê salê de, li ser çapkirina yekemîn hejmara rojnameya Kurdistan, 118 sal derbas bûn. Bêguman di nav vê dema dirêj de ku ji esrekî bêtir e, li çar parçeyên Kurdistanê û herweha li dervayê Kurdistanê jî gelek rojname û kovarên kurdî hatine çapkirin û belavkirin. Ku em bêjin bi munasebeta vê rojê, em dê behsa van hemû kovar û rojnameyan bikin, ev yek ne mimkune.

Hun dizanin ku wê demê Kurdistan du parçe bû; beşekî di bin desthilatdarîya Osmanîyan û beşek jî di bin desthilatdarîya Îranê de bû.
Di destpêkê de ji bo ku rojnameya Kurdistan li Îstenbulê bête çapkirin, çendek caran murecatê wezareta daxîlî kirine, lakin desthilatdarîya Evdilhemîdê II. musade nekirîye ku rojnameyek wisa bête derxistin. Ji ber ku hikumeta Îstenbulê rê nedaye çapkirinê, ji ber bêgavîyê Mîqdad Mîdhet Bedirxan mecbur maye ku berê xwe bide Qahîreya paytextê Misrê û rojnameya Kurdistan li wê derê derbixe. Mîqdad Mîdhet Bedirxan, bi fikir û ramanên xwe li dijraberê rejîma îstibdadê û desthilatdarîya Evdilhemîdê II. bû. Lewma, Padîşah Evdilhemîd musade nedikir ku rojnameyek wisa di hundirê sînorên desthilatdarîya Dewleta Osmanî de bête çapkirin û belavkirin. Wê demê li Misrê tesîra Evdilhemîd lawaz bû û bêtir giranîya Îngilizan hebû. Ji ber vê, Mîqdad Mîdhet Bedirxan Misir tercîh kiribû.
Bi vê awayê, yekemîn hejmara rojnameya Kurdistanê, di roja 22 Nîsana 1898ê li Qahîreya paytextê Misrê hatîye çapkirin û xwedîyê wê jî Mîqad Mîdhet Bedirxan bû. Lê belê Padîşahê Osmanî, ji bo ku ev rojname li Misrê jî neye çapkirin, giranîya xwe ya li wê derê jî bikaranîye. Di encama mudaxeleya Evdilhemîd II. û mirovên wî de, piştî çapkirina 5 hejmaran, Mîqdad Bedirxan mecbur dimîne ku ciyê rojnameyê ji Qahîreyê biguhezîne ji bo Cenwreya Swîsreyê.
Li ser bergê pêşîn ê hejmara yekê hatîye lêkirin ku rojnameya Kurdistan “Di pazde rojan de carekê têt nivîsandin, cerîdeya kurdî ye; xwedî û nivîskarê rojnameyê Paşazade Mîqad Mîdhet Bedirxan e.”1 Herweha xwedîyê rojnameyê li ser bergê pêşîn bi nivîskî dibêje: “Ez dê her car du hezar cerîdeyan bê pere rêkim Kurdistanê.”2 Ji bo adres û ciyê çapkirina rojnameya Kurdistanê, weha hatîye nivîsandin: “Li Misrê, Metbeet El Hîlal”. Li ser bergê pêşîn bedêlê abonetîya salane jî hatîye dîyarkirin û dibêje: “Ji bo her cîyê li dervayê Kurdistanê bedêlê abonetîya salane 80 quriş e, ku taybet ji bo nava Kurdistanê bête xwestin, bedewa tête rêkirin.”3
Her hejmarek Kurdistanê ji 4 rûpelan pêk hatîye û zimanê wê yê weşanê bi kurdî-osmanî bûye. Di 3 hejmarên pêşîn ê rojnameya Kurdistan de, hemû nivîs bi tîpên erebî û xwerû kurdî hatine nivîsandin, ji hejmara çaran (4.) û pê ve hin nivîsên bi zimanê osmanî jî di nav rûpelên wê de hatine nivîsandin û belavkirin. “Hejmarên 8, 9, 11, 15 û 16 dîsa tenê bi kurdî hatine nivîsîn û ji wê pê ve jî bi kurdî û tirkî hatine nivîsandin.”4
Pênc (5) hejmarên pêşîn li Misrê têne çapkirin. Di çapkirina hejmara 6ê û ji wê şûn de, hem cîyê çapkirinê û hem jî xwedî û perpirsyarê rojnamê diguhere. Mîqdad Bedirxan vedigere Îstenbulê û di ciyê wî de Evdirehman Bedirxan ê birayê wî dibe xwedî û midurmesulê rojnameya Kurdistan. Rojnameya Kurdistan, li Cenewreyê di bin mesulîyetîya Evdirehman Bedirxan de, 14 hejmar têne çapkirin. Wî, ji ber sedemên nedîyar, dîsa rêvebirîya rojnameyê ji Cenewreyê birîye Misrê. Li Misrê 4 hejmarên din hatine çapkirin, ji hejmara 24 û ji wê şûn ve, ciyê rêvebirin û çapkirina rojnameyê dîsa hatîye guhartin. Vê carê rêvebirîya rojnameya Kurdistan berê xwe dide Londona Îngilistanê. “Li Londonê hejmara 24ê tête çapkirin û ji wê şûn ve dîsa ciyê rêvebirî hatîye guhestin ji bo Folkstonê. Hetanî hejmara 29an li vê derê tête çapkirin û paşê dîsa ciyê wê hatiye guhestin, vegeryane Cenewreyê. Hejmarên 30 û 31. li Cenewreyê hatine çapkirin. Hejmara 30yî di 14yê Adara 1902yê û hejmara 31ê jî, di 14yê Nîsana 1902yê hatine çapkirin.”5
Îlankirina Meşrûtiyeta Duyemîn û encamên wê, bîlhesa li ser rewşa xebatên weşangerî, ronakbîrî û sîyasî yên kurdên li Îstenbulê tesîrek girîng kirîye. Piştî îlankirina Meşrutîyetê, ji alîyê rewşenbîrên kurd ve ji bo derxistina rojname û kovarên cûr bi cûr, gelek caran ji bo midurê matbuatên daxîlîye muraceat hatine kirin lê musade nedane hemû xwedîyên muraceatan. Hinekan jî musadeya weşanê girtine.
Di wê demê de rojnameyên ku têne neşirkirin, ji vana yek jî Kurdistana Bedirxanîyan e. Ji dîroka “1313” ya li ser hejmara yekemîn der tê ku ev Kurdistan jî berdewamîya Kurdistana pêşîn (1898) e. Vê carê xwedî û midurê rojnameya Kurdistan, Ahmed Sûreyya Bedirxan e. Hejmarên serke yên çapa Îstenbulê hatanî îro neatine dîtin, “tenê li ber destan hejmarên 3. (12 Sibata 1324/ 25ê Sibata 1909) û 4. (5ê Adara 1325/ 18 Adara 1909) mewcud in û ji hefteyê carek hatîye neşirkirin. Lê nedîyar e ku vê rojnameyê çi wext dest bi weşanê kirîye, li ser hev çend hejmar hatine neşirkirin û weşana wê çi wext hatîye rawestandin. Li gor hinek agadariyan mimkune ku li piştî Vaka 31ê Adarê hatibe girtin. Piştî ku weşana vê rojnamyê tête rawestandin, sala 1917 wek berdewamîya wê, bi edîtorîya Sûreyya Bederxan li Îskendereyeya Misrê dîsa dest bi weşanê dike.”6 Lê nedîyere ku vê carê jî heta kengî weşana xwe domandîye û çend hejmar hatine çapkirin.
Çawa ku di destpêkê de serûvena rojnameya Kurdistanê hate dîyarkirin, herweha piranîya kovar û rojnameyên kurd, li ciyên dûr û dervayê welatê Kurdistanê hatine çapkirin. Ji ber vê yekê di belavkirina wan de gelek astengî û zahmetî çêbûne; ji alîyê desthilatdarîya sîyasî û emnî ya Osmanî ve belavkirin û xwendina wan a di wîlayetên Kurdistanê de hatîye qedexekirin. Lê dîsa jî rojname bi veşartî gehîştine Kurdistanê û ji aliyê xwendevanan ve bi balkêşî hatine şopandin. Em ji nameyên xwendevanan derdixin ku rojname hem ji bo welatên Awrupayî hatine rêkirin û hem jî gihiştîye hin wîlayetên Kurdistanê û ciyên wekî Îstenbul, Bexdad, Şam û Edeneyê ku li wê derê nifûsa kurd gelek hebûye. Ji nameyan dîyar dibe ku neşirbûna rojnameya Kurdistanê, di nav xwendevanên kurd de memnuniyet û xweşhalîyek baş peyda kirîye. Di yek ji wan nameyan de, vê xweşhalîyê bi zelalî dide dîyarkirin û weha dibêje: “Ez li halê me kurdan dinêrim û bi şev û roj xemgîn dibim. Bi tevî ku piranîya kurdan mêrçak û xwedî huner in, ji ber çi hemû ji zanîn û pîşekarîyê dûr in? Ji ber çi kurd ji perwerdeyî, xwendin û nivisînê mehrum mane? Evan fikran ez xistim nav endîşeyê; xemgîn bûm û min ezîyet kişand. Lê şikur ji Xwedê re ku nûha rojnameya me Kurdistan heye û ji bo xizmeta milletê kurd dixebite.”7
Naveroka rojnameya Kurdistanê pirr dewlemend nebe jî, li ser çand û dîroka kurdan, rewşa sîyasî û civakî ya wê demê gelek nivîsên balkêş û sereke têde hatine belavkirin. Mem û Zîn, wek matbu cara yekemîn di nav rûpelên Kurdistanê de beş bi beş tête çapkirin; li ser dîroka Mîrên Botan rêzenivîsek dirêj ji alî Evdirehman Bedirxan ve hatîye nivîsandin û belavkirin; li ser perwerdeyîya zarokan, hînbûna pîşe û hunerên nû û hişyarîya milletê kurd nivîsên cûr bi cûr hatine belavkirin; berdewamî behsa neheqî û zordestîya desthilatdarîya rejîma îstibdad a Evdilhemîd kirîye û herweha milletê kurd hişyar kirîye ku bi teşwîq û fesadîya desthilatdarîyê êrîşên ermenîyan nekin. Çinku Evdilhemîd û hikumeta wî zulm û zordestî li kurdan û ermenîyan pêkve dikin.8
Alîyekî girîng ê rojnameya Kurdistanê jî, li hemberê rejîma îstibdad a Padîşah Evdilhemîd muxalefeteke dijwar kirîye û herweha bang li kurdan kirîye ku li hemberê karbidestên Padîşah, xwedî li welatê xwe yê Kurdistanê derbikevin. Ji bo vê yekê, sernivîskarê rojnameyê bang li milletê kurd dike û dibêje:“Nuha Kurdistan di bin destê Evdilhemîd de ye; karbidestên li serê we, Evdilhemîd wan rêdike. Lê belê xwedîyê Kurdistanê kurd in! Eger neyarek hat ser Kurdistanê, Kurd dê xwe li ser bidin kuştin! Erdê wê derê kurd dikolin, darên wê derê kurd diçînin; karbidestên ku Padîşah rêdike serê we, pereyên wan kurd didin! Loma Kurdistan a we ye! … Eger we divê Kurdistan tim di destê we de bimîne, eger we divê jin û zarokên we reben û xizan nebin, divê hun karbidestên zalim ji welatê xwe derbixin.”9
Di encam de, ewên ku rojnameya Kurdistanê derxistine, ji fikir û ramanên Awrupayî û tevgera neteweyî agadar bûn, bi van xebatan, mefhuma parastina welatê xwe û hişyarîyek neteweyî ya li ser bingeha kulturî, di nav milletê kurd de peyda kirine û bi xwe jî bûne pêşengên sereke yê hişyarîya neteweyî ya milletê kurd.

Seîd Veroj

Jêder:
1. Kurdistan, no: 1, 22 Nîsana 1898
2. J. b.
3. J. b.
4. Kurdistan (Rojnameya Kurdî ya Pêşîn), Cild: 1, wergera M. Emîn Bozarslan, Wşanxana Deng, Çirîya Paşîn,1991, Sweden, r. 10
5. J.b., r. 12
6.Kürt Tarihi, Yener Koç, Kürdistan Gazetesi [Rojnameya Kurdistan] (1908-1909) Üzerine Birkaç Not, hejmar: 8, r. 39
7. Celîlê Celîl, Kürt Aydınlanması, Avesta Yayınları, Îstenbul-2000, r. 28
8. Kurdistan (Rojnameya Kurdî ya Pêşîn), Cild: 1, wergera M. Emîn Bozarslan, Wşanxana Deng, Çirîya Paşîn,1991, Sweden, r. 39
9. Kurdistan (rojnameya kurdî ya pêşîn), Cild: 1, wergera M. Emîn Bozarslan, Wşanxana Deng, Çirîya Paşîn,1991, Sweden, r. 38

NAvkurd/ DruckenEmail

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *