Di rujeka wekî evroda huzanvanê bi navudengê kurd mela ´Ehmedê Nalbend yê bernyas bi (Mixlis) wexera dawyê kir. Mela ´Ehmedê nÍNalbend yê bernyas bi (Mixlis) yek ji huzanvanên kilasîkên kurde, li sala (1890) ji daykbûye û li gelek devera jiyana xo birye serî wekî Amêdyê û Bamernê û gundê Mayê û Xişxaşa û hind cihên dî, xudanê êk ji mezintirîn dîwanên şi’rye bi navê (Baxê Kurda) ku ji pênç berga pêkdihêt, û bi sedan huzanên neçapkirî li dîf xoda hêlayne. Huzan bi hemî cura (Aynî , Civakî , Siyasî , ´Evînî) û bi zimanên Kurdî, Farsî, ‘Erebî nvîsîne, û pitirya wan jî li ser derdeseryên miletê kurd bûyne, ewê dihuzaneka xuda dibêjît : Ey gelê kurda bizanin Rabin ser xo bese xew Hîn feqîr û bê xudanin Rizqê we ma nan û dew Vî welat û milk û malî Bes biden hindek kesa Wan ji birsê hîn mirandin Ew hemî pê bun qelew Mela ehmedê nalben (9)y ´Eyluna (1963)ê li gundê Xişxaşa li devera berwarî bala ya girêday nahya Kanî Masê wexera dawyê diket û li gundê navbirî dihête veşartin.