CESAR VALLEJO, ango bi navê xwe yê din César Abraham Vallejo Mendoza, nivîskar û helbestkarekî karîger ê Perûyî ye. 16 adara 1892’yan li li bakurê Perûyê, li bajarê Santiago de Chucoyê, li gundekî biçûk ê çiyayên Andê çêbûye. Ji malbateke ku bi‘esil binecih-îspanyol e. Di salên ciwaniyê de pêwendî ligel helbestê daniye.

Dad û wêje xwendiye, çend caran dev ji xwendinê berdaye û dîsa lê vegeriyaye. Di 1915’an de di beşa wêjeya îspanyolî de lisansa bilind xwendiye. Di 1921’ê de li Trujilloyê, wexteke kurt di girtîgehê de maye. Di 1923’yan de koçî Parîsê kiriye û heta bi mirina xwe li Parîsê niştecih maye. Karê rojnamegeriyê jî têde gelek kiriye. Têbiniyên gerê, gotar û lîstikên şanoyê nivîsiye. Tev li şerê navxweyî yê Îspanyayê bûye û pêwendiyeke wî ya dostane bi F.Garcia Lorca, Rafael Albertî û gelek helbestkarên din re çêbûye.

César Vallejo, yek ji helbestkarên mezin yên ziman-îspanyol tê binavkirin. Wekî helbestkarê herî navdar ê Perûyê tê zanîn û her wiha yek ji nûjenparêzê welatên Amerîkaya Latîn ê sedsala 20’an e.

Temayên helbestên wî bêtir mijarên civakî yên wekî bindestî, newekhevî, mirin, êş, kêm be jî evîn û helbet Parîsa ku lê miriye ye! 

Bêtir bi îspanyolî û kêmtir be jî bi fransî nivîsiye.

César Vallejo, 15’ê Nîsana 1938’an, rojeke înê (ne pencşemê!) ya bi şilî li Parîsa Fransayê miriye û navê wî piştî mirina wî deng daye!

Hin berhemên wî:

– Los Heraldos Negros/Peyamnêrên Resiyê: 1919, Helbest

– Trilce: 1922, Helbest

– Tungsten: 1931, Roman 

– Poèmes Humains/Helbestên Însên: 1939(P.M.), Helbest

– Poésie Complète/Hemû Berhem: 1965 (P.M.), Helbest

Diyarname/ Yeqîn h.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *