Helbet gava peyvên “kurd” û “felsefe”yê werin ba hev, divê bê fêmkirin ku mijar têkiliya kurdan a bi felsefeya yûnanî ye. Çi di destpêka wergera felsefeyê de çi di hûnandina wê ya îslamî de kurdan roleke girîng lîstine û hê hê jî dilîzîn. Her wiha di hûnandina wê ya modern de jî kedeke berbiçav a kurdan heye. Çi bi zimanên desthilatdarên xwe û çi jî bi kurdî (bi piraniya zaravayên xwe) felsefeya yûnanî gihandine civaka kurd. Heta mirov dikare bibêje ku ewqasî reklamkirina felsefeya yûnanî bûye sedema wê yekê ku gelek kurd bi wê hewesê berê xwe bidine Ewropayê; lê negihiştine mirazên xwe, cendekên wan bi têlên sînoran ve daliqî mane, di çem-deryayan de xeniqîne, di kampên penaberan de riziyane û yên rizgarbûyî jî ketine dilqê peykerên yûnanî.Xebatên Mehmûdê Bazîdî yên derbarê hizirîna kurdan de ji çend aliyan ve çavkaniyên herî girîng in. Ji ber ku xebatên wî kurdî ne, pexşankî hatine nivîsandin û xîmên felsefeya netewesaz a kurdî ne ku gihiştine roja îroyîn. “Rusûmatname” ji bo naskirina exlaq, dab û nêrît, ayîn û xurafeyên civaka kurd çarçoveyeke giştî radixe ber çavan. “Wergera Şerefnameyê” ya bi kurdî rêbaza dîroknivîsînê xêz dike û “Çil Hikyat” jî destpêkeke baş e ji bo hunerên wêjeyî. Heçî ku “Tesrîf” û ferhengên wî ne destpêka zimannasiya kurdî ya li gorî rêbazên zanistî ne. Berhemên Mele Mehmûdî rêbazên hizirîna kurdan wekî felsefeya hevdem analîz nekiribe jî, bi awayekî giştî felsefeya zanîn, hişmendî, hebûn, exlaq, siyaset, ayîn û hunera kurdan şîrove kiriye.Piraniya xebatên hevdem ên felsefeya kurdî (kurmancî) ji aliyê Abdusamet Yigit, Elî Gurdîlî û desteya weşanê ya kovara Felsefevan ve hatine pêşkêşkirin. Gava mirov li berhemên Abdusamet Yigitî dinêre, rasterast xuya dike ku tekamula xwe ya zimanî pêk neaniye; lê dîsa jî xebatên wî heta radeyekê baş in, ji ber ku berhem di nava labîrentên felsefeyê de şopa kurdan digerînin. Berhemên wî yên wekî “Di Xeta Dîroka Kurdistanê de Felsefe û Pêşketina Zimanê Kurdî” (Berlîn, 2013), “Li ser Dîroka Felsefeya Îdealîsmê” (Berlîn, 2014), “Dîroka Felsefeyê li Kurdistanê” (Berlîn, 2016), “Li ser Dîroka Felsefeya Jiyana Civakî li Kurdistanê” (Berlîn, 2016) “Li ser Aqil û Felsefeya Serokatiyê” (Berlîn, 2017), “Felsefeya Dîrokê” (Berlîn, 2017), “Dîroka Felsefeyê” (Berlîn, 2020), “Civaknasî, Dîrok û Felsefe” (Berlîn, 2020), “Li ser Dîroka Felsefeya Metalyalîsmê” (Berlîn, 2020) dervayî ezberên xwendinî-dibistanî ne, her dem û dereke munasib de gotin aniye ser hizirîna kurdan; mirov dikare van xebatên wî yên destpêkî wekî nirxekî kelepora kurdî bihesibîne; ji ber ku bi kurdî ne, bi xema avakirina felsefeya kurdî hatine berhevkirin, bi welatperwerî û xîretkêşî hatine hûnandin. Lêbelê ji ber zimanê wan ê sist, bêsrerastkirin, bêrastnivîs û dûrî hevoksaziya kurdî ya gihiştî, mirov bi tu awayî nikare van xebatan wekî çarçoveya “dîroka hizirînê” ya nimûneyî ji bo kurdan bipejirîne; divê ev xebat-lêkolîn li gorî hevoksaziya kurdî ya wêjeyî bên venivîsandin. Divê bê gotin ku zimanê Mele Mehmûdî ji yê Abdusamet Yigitî gelekî xurttir û wêjeyîtir e.

Riataza/ Umîd Demîrhan.

3 thoughts on “Kurd û Felsefe

  1. Li gori min û baweriya min felsefeyê abdusamet yigit a zimani pêşketi û li pêş a. Zimane zanistê ya.
    Vi felsefeyê ne tenê temenê wê cekiriya ji zêdetiri bi zanin û zimane hemdem re hevnasine dide çêkirin.
    Felsefeya wi ya zanisti û zimani ya. Pêşketi ya. Temenê felsefeyê bi kurdi a hemdem diaveje.

  2. Pirtûka abdusamet yigit a bi navê dîroka felsefey” pirtûkek şaheser å.
    Herkesek divê bixwéne û bizanibe

  3. Di ware felsefeyê bi kurdî de wê, Abdusamet Yigit wê bingehekê baş ê bi rêk û pêk wê bide çêkirin. Min dema ku li pirtûkên wê çavek gerand min dît ku wî çendî temenekê berfireht û kûr afirandina. Aliyê felsefeya Abdusamet Yigit a bi felsefeya ziman ve girêdayî wê, di felsefeyî wî de wê bi zêdetîrî min dît ku wê derkeve li pêş. Min pirtûkên wî yên bi navê “li ser çerçoveya aqilê kirinî” û “felsefe ziman” dît ku wê ziman û têkiliya wê ya bi aqil re wê çawa wê dînê û wînê ser ziman.
    Abdusamet Yigit pêşnîyaza zimanekê pêşketî bi kirina felsefeyê dikê. Di wê warê de wê felsefeyê wê bingihek hişmend wê li wê bifikirê û wê bînê ser ziman. Di felsefeya wî de wê, di pirtûkên xwe yên weke bi “morfolojiya kurdiya hemdem”, “zanina ziman û pirsgirêka vacê”, “dîroka civake kurd a hemdem” de wê, mirov rastî wê têt ku ew zimên weke temenekê fahmkirinê ê bi hişmendî derxê li pêş.
    Di serdema me de wê, ziman û zanîn wê pirr zêde wê li ser pêşketina wan wê bê sekin in. Noam Chomsky wê balê bikişênê ser berfirehiya ziman bi pêşxistina wê re wê, weke bingihekê pêşketinê wê bînê ser ziman. Abdusamet Yigit wê weke di nerîn û nêzîyeka ku ew têkiliyek xort bi hişmendî û ziman re wê bi hevdû re wê didînê û ziman weke bingihê hebûna hişmendîyê bizanînê re dibînê û tînê ser ziman.
    Di warê felsefeyê û kurdî de wê, di wê warê de Abdusamet Yigit di pirtûka xwe ya bi navê “dîroka felsefeyê” de ku wê weke berhemek perwerdeya felsefeyê jî mirov dikarê wê bibînê wê di wê de wê bahsa dîroka felsefeya kurd û kifşkarîya wê bikê. Di wê warê de wê ev berhema wî weke berhemek zêde giring bê ku mirov wê fahmbikê. Abdusamet Yigit wê, di warê fikira xwe û nerîna xwe de wê xwediyê ziman û felsefeya xwe bê. Di warê felsefeyê, zanistê, dîrok, civaknasîyê, biolojiyê, fîzîkê û her wisa gelek mijarên din ên weke van de wê, felsefeyê wê pêşbixê û wî bînê ser ziman. Weke filosofekê hemdem Abdusamet Yigit wê, bi ramanên xwe re wê derkeve pêş.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *