Ji hunera helbestkariya wan re qet gotinek min tunê, hêja ne, hosteyên helbestê ne; di pêkhateya wêjeya kurdî ya bi xwedan dîrokeke zêrîn de ew serdemeke temam dikin. Yanê gotina min ne bo hostetiya helbestkariya wan, ne jî bo helbesta wan e; gotina min bo ferhenga helbesta wan e! 

Helbesta wan helbesta kurdî ye, qalibê helbesta wan bi kurdî ye, bêguman helbet helbesta kurdî ye bi têra xwe jî xurt e, lê belê, ziman-ferhenga helbesta wan ne xwerû kurdî ye, sê zimanî ye; bi kurdî, erebî û farsî ye!

Bo meriv ji helbesta wan têbigihîje û fam bike divê meriv tevî kurdî hem bi erebî zanibe hem bi farsî, yan jî dema meriv helbesta Cizîrî, şêx û meleyan xwend divê li cem meriv ferhenga erebî û farsî jî hebe. 

Lê ji destpêka sedsala heştan heta sedsala 13-14’an ferhenga helbesta kurdî ne wisa bû! 

Dema em zimanê helbesta kurdî ya beriya ‘qonax’a mele, şêx û seydayan dinêrin ji sedsala 14’an heta sedsala heştan, ta Belûlî Zana ferhenga helbesta kurdî xwerû ye. 

Lê bi xêra medreseyan û helbestkarên ji wan medreseyan rabûne, piştî sedsala sêzdehan-çardehan erebî û farsî hat hem ket nav zimanê kurdî hem jî ket nav helbest-hunera kurdî.

Xwe bi xwe dihizirim, dibêm helbestkarên wekî Cizîrî, Xanî, Feqî, Selîm, Axtepî û hwd. ji ber çi sedemê di helbesta xwe de bes ferhenga kurdî, peyvên bi kurdî neşixulandine lê serî li peyvên erebî û farsî jî dane?!

Çend sedem tên hişê min;

1-Li hemberî kurdî bi qompleks bûn?

2-Medreseyan ew asîmîle kiribûn?

3-Helbesta xwe ne bo gel bixwîne dinivîsandin (çi ku îro em bi ferheng jî ji helbesta wan baş fêm nakin wê wextê gelê feqîr ê bê ferheng çawa ji helbesta wan têbigihîşta)?

4-Helbesta xwe bo dîwanên mîran, civatên feqiyan û bo çend helbestkarên ji nifşê xwe dinivîsandin û bes ji wan re dixwendin (bo helbestkarên hêngê bikaranîna awa û peyvên erebî û farsî belkî nîşandayîna asta helbestkariya xwe bû, belkî pê mistana egoyê bû, û helbet, belkî pê bidestxistina prestîjekê jî bû! (îro jî ew komplek û nexweşî heye)

5-Dixwestin xwe di asta helbestkarên fars û ereb de nîşan bidin, bi wê belkî dixwestin di nav derdora xwe de meztir bixuyîn!

Bo wê ye, dibêjin Cegerxwîn gotiye: helbesta ku meleyan derxistibû esmanê îlahî min daxist jêr, nava gel.

Diyarname/ Welat Dilken

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *