Abdurrahman Benek

Li Rihayê mehên havînê pirr û pirr germ in. Ne pêkan e mirov bi roj li ber royê bigere. Tîna rojê mêjiyê meriya dikelîne. Êvarê piçekî dinya hûnik dibe û pirranî mêr diçin li qehwexanê wexta xwe derbas dikin.

Xelê, Reco, Eko û Beko li qehwê kaxit yanê îskembîl dilîstin. Her çiqas li ser tiştekî nedilîstin jî, şirîkê hev; Xelê û Reco bona ku qezenc bikin, çi ji destê wan dihat, dikirin. Xelê;

“Destê teyî açix e?”

Zimanşûjin li kêleka masa çar camêran rûniştibû û çaya xwe vedixwar. Çaya xwe bire ber devê xwe, qurtek vexwar û vegeriya Xelê:

“Pismam, tu nikarî bibêjî, ‘destê te vedibe?’ destê teyî açix e, îjar çi şor e.”

Xelê pismam hemû bala xwe dabû kaxida û hesab li zimanşûjin nekir:

“Kekê heyran ne wexta vê ye, hele bihewe, em vî elî qazanmîş bikin dû ra.”

Zimanşûjin: “Madem ne wexta vê ye, ezê li cem we rûnenim. Îjar hûn vî elî qazanmîş nekin, vî destî bigirin çêtir e.”

Ortaxê Xelê Reco kete dewrê:

“Temam tu rûnê, hindik ma. Emê vî destî jî bigirin, wellel ezîm, bîlel kerîm emê destî xwe jî açmîş nekin, vekin.” Xelê:

“Kekê hema çend deqê din sebir ke, heyran hele rûne lo.”

“Xwezîka qasî ku we bala xwe daye ser van kaxidan, we bida ser zimanê xwe jî. Wê wextê ne dest açix dibû ne jî bitirmiş dibû.”

Riataza

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *