Bi her kesê ku bi dîrok, edebîyat, rojnamevanî û zimanê Kurdî ra eleqedar e, malbata Bedirxanîyan navekî ’eyan e. Li ser wan ji xwe gelek xebat hatine kirin û xebatên wan bi xwe jî bi awayekî rêk û pêk hatine belav kirin.

Weku tê zanîn, Kamûran û Celadet Bedirxan li Almanyayê xwendine û hin xebatên xwe bi zimanê Almanî jî kirine. Ew di payîza 1922yan da tên Almanyayê û li vir hiquqê dixwînin. Mîr Celadet Bedirxan di notên xwe yên li Almanyayê nivîsîne da, behsa wan rojan û hin xebatên xwe kirine. Piştî qedandina zanîngehê Celadet diçe Beyrûtê bi cî dibe, lewra li Tirkîyê di heqê herdûyan da qerara îdamê heye.

Kamûran Bedirxan jî li zanîngeha Leipzigê di beşa hiqûqê da doktora dike. Piştî qedandina zanîngehê ew jî li Beyrûtê bi cî dibe, lê têkilîya wî ya bi Almanyayê ra her dewam dike. Ew di sala 1935an da li Berlinê bi navê Der Schnee des Lichtes (Ronahîya Tavê) kitêbeke şiîrên bi Almanî derdixe. Dû ra, piştî 2 salan ew romana xwe ya bi navê Der Adler von Kurdistan (Eyloyê Kurdistanê) bi Almanî çap dike. Ev roman, romana pêşîn e Kurdekî bi zimanekî Ewrûpî nivîsîye.

Kitêb di dewra Nazîyan da di 1937an da li Potsdamê derdikeve. Ew 135 rûpelî ye û wek navê nivîskar li kêleka navê Kamûran Bedirxan navekî Alman jî derbas dibe: Herbert Örtel. Roman bi îthafa ‘Ji dostê bi wefa Erich Finger ra’ destpê dike. Di paşîya kitêbê da nivîseke li ser rewşa Kurdan û xerîteya Kurdistanê cî digrin.

Di destpêka romanê da du risteyên bi Kurdî hene. Almanîya wê nedane:

Ne botî me, ne gerzî me, xulamê axa Kurdistan; /

ne mîr im ez, ne axa me, peyayê dewleta Kurdan.” (B-K.)

Figûrê sereke yê romanê Remo ye. Ew ji devê xwe, yanê wek ‘ez’ çîrokê dibêje. Remo berî çend rojan ji Stenbolê hatiye Stewra Mêrdînê. Her di wan rojan da li wir, li herêmê tiştekî qewimîye. Zilamekî bi navê Yado avêtiye ser qereqolekê û herkes behsa wî dike.

Ez vê beşa han wergerînim Kurdî:

“Wek xortekî 19 salî, ku demeke dirêj bû ji welatê xwe dûr dijîya, di wan rojan da min hê ehemîyeta nûçeyên hin bûyeran/rûdanan fehm nedikir, ku tevahîya herême kiribû heyecaneke nedîtî.”

Bi vî awayî, figûrê sereke yê romanê îmkan dibîne, ku wek bîyanîyekî/xerîbekî behsa wê derê bike. Ev tişt ji bo romannivîs mûhîm e, lewra bi vî awayî ew îmkanekê bi dest dixe ku mekan û bûyeran teswîr bike, wan îzah bike.

Ev hedîse pêşîn wek bûyerek qaçaxçîtî xuya dike, lê pişt ra Remo fehm dike ku ew tevgereke sîyasî ye. Meraqa wî li ser vî tiştî çêdibe û ew jî bi saya ehlekî xwe tevli civînên dizî yên Yado dibe. Li wir gengeşîyên li ser daxwazên mafên neteweyî yên Kurdan çêdibin. Bi vî awayî her diçe, ew genc dibe perçeyek ji vê hereketê. Bêyî ku xeberê bide malbata xwe, ew tevli xebatên çekî dibe, lê ta ji destpêkê da dizane ku ev xebata wan dê marjînal bimîne û ew bi ser nekevin.

Lewra di destpêka tevgerê da figûrek vê tespîtê dike: “Bi xwîna xwe em kêm kes deynê sûcê wan (Kurdan) didin, ku hilgirtibûn ser xwe. Lê xwîna me, ez vê qet’î dizanim, xwarina dara azadîyê ye ya ku ciwan e. Ew ê mezin bibe û rojekê muhteşem bibe û şaxên wê ew ê fireh bibin û hêza wenda bûyî û taze îkram bikin.”

Remo di nav tevgerê da karên cihê-cihê dike; carna ew dibe alîkarê Yado û carna jî karên agahîyê dike, belavokan hazir dike û belav dike. Ew her diçe di heqê karên neteweyî da zêdetir dibe xwedîyê agahîyan. Gava hevalekî wî di şer da dimire, ew çavên wî digre û wiha xwe îfade dike: “Wî destên xwe dibir ser çavên mirî û çavên wî digirtin. Lê yên min, çavên min vedibûn.”

Ev tevgera piçûk bi ekîba xwe ya hindik li bajarên cihê-cihê operasyonan dike û gel jî jê hez dike, lê hereket mezin nabe. Ciyên ku xistine bin kontrola xwe yeko-yeko wenda dikin. Li Muş û Qulpê her tiştî wenda dikin. Gava vedigerin Agirîyê hin kesên din ji wan tên kuştin.

Ew bi leşkeran ra dikevin şer. Ji xwe sî kes in û piranîya wan tê kuştin. Yado jî birîndar dibe. Ji Remoyê li kêleka xwe dixwaze ku debanca wî ji cêva wî derxe. Berîya ku xwe bikuje, ji hevalên xwe dixwaze ku wî li cîyekî defn bikin ku leşker pê nizanin.

Gava Yado li serê çîyê dimire, roman jî xilas dibe.

Roman bi zimanekî xweş hatiye nivîsin; ziman wê rehwan e. Ji vê hêlê va bala meriv dikşîne. Lê em nizanin ka tesîra Herbet Örtel çi bûye, lewra di heqê têkilîya wan da di destên me da ti agahî tunin. Lê em dizanin ku Kamûran Bedirxan bi gelek zimanan baş zanîbûye (Fransizî, Erebî, Farisî, Tirkî) û bi gelek zimanan jî nivîsîne. Û di ser da jî hem bi Almanî zanko xwendîye û hem jî doktoraya xwe kiriye, lema jî ez texmîn nakim wî zehmetî kişandibe.

Ji hêla muhtewayê va roman bi min hinekî kitch hat. Yanî ne ji qelema wî rewşenbîrî ye ku em wî bi xebatên kûr nas dikin. Lê ji alîyê din va wek romanên dewra xwe, ew jî dixwaze hizra neteweyî ava bike û hinkûfê wan e.

Mîr Bedrixan 83 sal berê bi zimanekî wek zimanê Almanî şiîr û roman nivîsîne. Dema xwe vala derbas nekiriye. Belê, rûhê Kamûran Elî Bedirxan şad be; rehmeta Xwedê lê be.

Çandname/ Dr. Abdullah İncekan

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *