Li gorî encamên lêkolîneka nuşdarî, xwarina fêqyê avokado bo saxlemyê gelek mifadare û xaneyên penceşêrê ji nav dibet.

Vekolîn ji alîyê hejmareka pisporên zanîngeha (Witloy) ya Kenedî ve hatye pêkanîn û derketye ko avokado dikarît geşeya xaneyên penceşêra mejyê hestyan rawestînît ko wekî lokîma dihîte nyasîn ko yek ji metirsîdartirîn coreyên penceşêrê ye û (90%) ji kesên ko bi vê nexweşyê dikevin, jîyana xwe ji dest diden.

Pispor dibêjn madeya Efokadîn di nav pêkhateya avokadoyêda heye ko mejyê hestyan diparêzît û bi tenê xaneyên tuşbû bi penceşêrê dikete armanc û penceşêrê ji nav dibet.

Pispor daxwaz ji welatyan diken, bi taybetî spêdehyan avokadoyê bixon daku ji penceşêra mejyê hestyan bihêne parastin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *