Wezareta saxlemya herêmê ragehand, di dema (24) demjimêrên derbazbûyîda (569) haletên nû yên tuşbûn bi Koronayê û (177) çêbûneve (13) jîyan ji destdan hatine tomarkirin.

Evro dûşembê, wezareta saxlemya herêmê ragehand, di dema (24) demjimêrên derbazbûyîda (569) haletên nû yên tuşbûn bi Koronayê hatine tomarkirin, bi awayekê ku  (323) li Hewlêr (143) li Dihok (69) li Silêmanî (23) li Germyan (11) li Helebce.”

Dyarkirye jî (177) kesên dî jî ji nexoşyê çêbûyneve, bi awayekê ku (93) li Hewlêrê (38) li Germyan û (45) li Dihokê û (11) li Helebce bûyne.

Behsa wê yekê jî kirye (13) haletên jîyan jidestdanê hatine tomarkirin ku (9) li Hewlêrê û (3) li Silêmanyê û yek li Helebce bûyne.
Li gor dawî amaran, heya niha (19) hizar û (335) haletên tuşbûn bi vayrosê Koronayê li herêmê hatine tomarkirin û ji wê jimarê jî (10) hizar û (821) kes jî ji nexoşyê çêbûneve û (699) kesan jî jîyana xo jidestdane.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *