Teşîya romana RÛMET’ê bi tevna jinê hatîye ristin, û ”Vejîna Kurd” rewş û jîyana jina kurd di nav xêzên romanê da dide ber ronahîyê û herwiha êş û kulên wê werdigerîne û dinivisîne.

Di civaka Kurdî da têgeha rûmetê bêtir bi jinê va girêdayî ye. Ji ber wê jî her keçikek ji dema zaroktiya xwe da li gelek pirsgirêkan dilukime û bandoreke mezin li jiyana wê bi tevahî dike.

Lehenga romanê Lorîn dipirse:

” -Dayê! Çima dêpîra min li min wisa kir?
– Ji ber ku tu qîz î û bi teşqeleyên wisa dibe tu ji keçanîyê bikevî.
– Dayê! Keçanî çi ye?!
– Eger tu mezin bibî tu yê zanibî.
– Dayê! Xort jî ji keçanîyê dikevin?!
– Pirsên bêçêj neke û here bi birayê xwe ra bilîze…”

Belkî jinên civakê ne wek hev bin, lê em bawer in ku serpêhatîyên wan wek êş û birînên wan yek in. Lewra dibe ku her jineke ku vê romanê bixwîne xwe di nav xêzên wê da bibîne.

Riataza

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *