Li gorî tekstên pîroz Xwedê mirov ji axê afirandiye û bi hînkirina navan serweriya wî ya li ser gerdûnê sepandiye ku hevahangiyek di navbera tarîfên beşerî û armanca afirandina mirovî ya îlahî de heye.

Zanistên hevçerx li ser “mirov”î ewqas lêkolîn amade kirine ku pirtûkên vê babetê bajarekî tijî û qûç dikin. Ji bo her hesteke wî çendîn pirtûk û îdeolojî hene; her wiha ji bo ber endamekî wî beşeke bijîjkiyê heye.

Mixabin ji ber bêdewletbûnê gelek pirtûkxane, zanîngeh, dem û dezgehên kurdan ji vê sermayeya zanistî bêpar in; lê dîsa jî kurd bextewar in ku çand û zimanê wan dikare bi yên cîhanê re têkeve reqabetê. Ji bo îsbatkirina vê rastiyê min çendek berhemên li ser “gotinên pêşiyan” ên kurdan dane pêşiya xwe; di rêza alfabeyî de min berê xwe da tîpa Myê û gotinên ku bi peyva “mirov”î dest pê dikin hilbijartin. Di ferhengên gotinên pêşiyan de tevahiya hevokên jêrîn bi “mirov”î dest pê dikin ku çarçoveyeke giştî ya feraseta kurdan radixine ber çavan:

“Mirov bê deng nabe, serdar bê zor nabe;mirov bê dost û dijmin nabe; mirov bi bendê xelqê naçe bîrê; mirov bi dijmin e, yek ziman e û yek jin e; mirov bi doma dirêj digihêje mirazan; mirov bi hişe xwe giran û sivik dibe; mirov gava bi ling şiqitî xwe digire, lê bi zimên şiqitî xwe nagire; mirov bi paşatiyê nabe mirov; mirov bi pirsê diçe Qersê; mirov bi sebrê dihere qebrê; mirov bi werîsê her kesî xwe bernade bîrê; mirov bi xurtî distîne, lê bi xurtî nade; mirov bi zimanê xwe tê giredan; mirov gava bimire, deyn namire; mirov carekê dixape; mirov cîranê dewlemendan be, birçî namîne; mirov çar dîwaran datîne, giliyê wî tê de dimîne; mirov çi biçîne, wê hiltîne; mirov çi bike bi xwe dike; mirov çi dibîne jê hîn dibe; mirov çiqasî dûr be, ewqasî nûr e; mirov çiqasî dûrî çavan be, ewqasî nêzîkî rehma Xwedê ye; mirov çiqasî kal dibe, ewqasî dinya pê şirîn dibe; mirov çiqasî miriyî dişo, ewqasî tiran dike; mirov çiqasî zana be, dîsan nezan e; mirov çiqasî zengîn dib,e ewqasî çikûs dibe; mirov çiqasî têr dibe, ewqasî çikûs dibe; mirov di agirê dostan de naşewite; mirov di ber ziyaretê de here, dûr û nêzîk yek e; mirov dikare binê çiyayî vala bike, lê nikare xeysetê jinê winda bike; mirov dikare bi zorê bistîne, lê nikare bi zorê bide; mirov dikare heft salan ji yarê diya xwe re bibêje bavo; mirov dikare keran bend bike, lê nikare mêran bend bike; mirov dikelîne, Xwedê jî dimeyîne; mirov dimire gulîzêrîn/qûnzêrîn/tirzêrîn dibe; mirov diz be, şevereş pir in; mirov fêm neke, aqil qîm nake; mirov firindeyê bê bask û per e, kî aliyî bixwaze dê here; mirov gur nake şivanê berxan; mirov hene xeber didin bi devê xwe, mirov jî hene xeber didin bi aqilê xwe; mirov hene, merez hene; mirov heye yê dilan e, mirov heye yê zikan e; mirov hezar salî li dinê be jî, rojekê mêvanê gorê ye; mirov ji axê çêbûye û lê vedigere; mirov ji hespê xelkê zû peya dibe; mirov ji bo xatirê gulê, striyê dixe paxilê; mirov ji birîna xwe, dihewise hekîmiyê; mirov ji her tiştî xelas dibe, lê bi mirinê binax dibe; mirov ji çi direve, ew tê pêşiya wî; mirov ji gurî bitirse, pêz xwedî nake; mirov ji nasan digihêje xasan; mirov ji neçariyê, goştê mirîşkê/kewan jî dixwe; mirov ji nîvê rêyê vegere, ne poşman e; mirov ji qehra dijminê xwe, kêleke xwêyê dixwe; ji mirovekî re bibêje ‘dîn e, dîn e…’ dê dîn bibe; mirov kêvir diavêje kûçikî, lê ji xwediyê wî fedî dike; mirov li seyî dide, lê ji xwediyî şerm dike; mirov kêvir diavêje Birca Belek, ne ku sepeta rêxê; gava mirov dil bike, çiyê/dîwêr qul dike; mirov li ber tavê be, dê sî xwe bide ser; mirov li halê yên li bin xwe nenihêre, ji xwe razî nabe; mirov li pey paşeyî, çêrî paşeyî jî dike; mirov li welatê xwe nabe pêxember; mêr dike, serê xwe zêr dike; mirov mûyekê jî ji berazî biqusîne, dîsa xêr e; mirov nebîne zehmet, naxwe nîmet; mirov ne bi rimekî rimdar dibe, ne bi nanekî nandar dibe; mirov ne bi nanekî nandar dibe, ne jî bi dengekî dengbêj dibe; mirov ne bi çoyekî mêrxas dibe, ne bi nanekî nandar dibe; mirov ku nekeve avê, soberiyê hîn nabe; mirov, nikare bi destê xwe pişta xwe bixwirîne; mirov nikare ji ber mirinê rizgar bibe; mirov piçik piçik, diçe ber kûçik; mirov pîr dibe, lê dil pîr nabe; mirov sed gulî zîwan, bi ûşiyeke gênim dide; mirov şivan be, bila yê gundê xwe be; mirov tevdîran dike, Xweda teqdîran dike; mirov teyrê bê per e, difire heta Feynter e; mirov tiliya xwe neke qula mozan, moz bi wî venadin; mirov tûk dike, tûka xwe danaqurtîne; mirov zêrên xwe di sûka cêh de nafiroşe; mirovatî germîgermî, dijminatî nermînermî; mirovek bi hezaran xeyal; mirovê betal xerabmal e; mirovê bê bav, mîna çiyayê bê rê ye; mirovê bê bawerî riya wî rast nabe; mirovê bêbext, dostên wî nîn in; mirovê bê dê, mîna çiyayê bê av e; mirovê bê esil, ji wan tê karê bê fesil; mirovê bê fedî, kal û pîr nabe; mirovê bê guman, bêdîn û bêîman; mirovê bê kemasî tuneye; mirovê bê law, bêwar e; mirovê bê kur, warê wî nîn e; mirovê bê nijad, mîna kerê piştkul e; mirovê bê pişt e, ne tu tişt e; mirovê bê welat, teyrê bê per û bask e; mirovê bê xwedî heye, lê malê bê xwedî tuneye; mirovê bindest, tim rezîl e; mirovê çavînî, pîstir e ji ye şerûdî; mirovê çê neqewirîne, mirovê xerab nehewîne; mirovê çêyiyan, dimire li binê deviyan; çikûs, dilê wî naçe nanê wî; çilek, têr nên naxwe; derewîn, rojekê nanê xwe dixwe; mirovê demdeme, hin mirov e hin ajalê çarsim e; mirovê dewlemend li hespê siwar dibe xwedî ji bîr dike, peya dibe hespê ji bîr dike; mirovê dengbêj, timî navê wî bibêj; mirovê ku diçe xebatê jê napirsin te çi xwar, jê dipirsin te çi anî?; mirovê ku difire, barê wî vala ye; mirovê dîn, naçe ser zîn; mirovê dîndînik, çi telaş e mal û milk; mirovê aqilsivik, tu caran lê meke rik; mirovê fedîyok bi kundekî, pîreka fedîyok bi gundekî; mirovê har, bi kera xwe dikeve; mirovê henekbaz, jê re heye der û derbaz; mirovê heyf, bi ziman û qelema xwe ve kifş dibe; mirovê kerr, ava bin kayê ye; mirovê koçerî, jê dûr e rencberî; mirovê ku hindikê nizanibe, pirrê jî nizane; mirovê ku ji bo xelqê bigirî, bi her du çavan kor dibe; mirovê ku ji gurî bitirse, divê ji pêz jî nexeyide; mirovê ku ji xwe re nexebite û ji xelqê re bixebite, paşiya paşîn para wî poşmanî ye; mirovê ku li xwe miqate nebe, nikare li tu kesî miqate bibe; mirovê ku malê xwe ji şerefa xwe mezintir bigire, hêviya qenciyê jê meke; mirovê ku ne ji cins û welatê te be, jê re nebe pire ku bi ser te re derbas bibe; mirovê ku nikaribe bi xwe, bila li ber dîwaran rûne; mirovê ku teze dewlemend bû, Xwedayê xwe nas nake; mirovê ku teze dewletî bû, pereyan jê deyn meke; mirovê kurt, rojê sê caran di dilê xwe de dibe padişah; mirovê mêr bi sedî û hezarî yek in; mirovê mirov, mîna zêrê veşartî ye; mirovê nemerd, bibe pire jî bi ser re derbas nebe; mirovê nexebitî, mîna gîsnê zengargirtî; mirovê nezan wekî defê ye, deng zehf jê tê lê hundir vala ye; mirovê ne çavnebar, pê re bibe heval; mirovê neçê bibe pire jî, bi ser re derbas mebe; mirovê neheq, tîrê deq; mirovê nezan, newêrekan dike camêr; mirovê poşman, ji nîvê rêyê jî bizivire ne xerab e; mirovê qenc ji kîsê Xwedê dixwe, yê xerab ji kîsê xwe; mirovê raketî, xwe dispêre dîwarê ketî; mirovê sebirî, debirî; mirovê şixulkar gula geş e; mirovê tirsonek, ji siya xwe jî direve; mirovê tirsonek her gav dimire, yê mêr carekê; mirovê xerîb kor e; mirovê xizan merd e, yê zengin bi kul û derd e.”

Umîd Demîrhan/ Riataza.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *