Kompanya Facebook bi hêceta belavkirina zanyaryên nerast derbarî vayrosa Koronayê postekê (Donalid Tiremp) serokê Emrîka jêbir.

Evro pêncişembê, tora civakîya Facebook vîdyoyeka (Donalid Tiremp) bi hêceta belavkirina zanyaryên nerast li hejmara wîya taybet jêbir.

Hevdem, yek ji berpirsên Facebook bi mîdyayên welatê xo ragehandye, ” wê girteya vîdwyê komeka bangeşên nerast derbarey Koronayê têdaye, ew jî berovajî yasayên torên civakya wane, ku rê bi belavkirina zanyaryên nerast derbarey Koronayê nadet”.

Berya niha, Donalid Tiremp serokê emrîka di hevdîtneka tîvyêda ragehand, zarok ji tuşbûn bi Koronayê parastîne.

Di demê  derbazbûy jî da, tuyterê postekê serokê Emrîka derbarey zelamekê reşpîstê Emrîkî bilok kir, bi hêceta wêyekê ku digel yasayên torên civakî da yeknagirin û dê bîte sedemê belavkirina tundutîjyê.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *