Pertew Beg Hekarî (1777 – 1841 Pertew Beg Hekarî sala 1777an li Colemêrgê hatiye dinyayê Pertewe Beg pismîr bûye, Ew ji eşîra Hekariyan e û ji malbatekî rewşenbîr hatiye. Ew di nav Medreseya Mîrektiya Kurdistanê de jî xwendiye. Pertew Begê dîwana xwe ya helbestan sala 1802 an de nivîsiye. Yekem car Sadiq Behaedîn Amêdî dîwana Pertew Begê Hekarî berhev kiriye. Bahadîn wî bi tîpên erebî di sala 1978 an de li Bexdadê çap kiriye. Pirtûka wî ya bi navê Dîwana Pertew Begê Hekarî ji aliyê Mamoste Zeynelabdîn Zinar ve bi elfabeya latînî hatiye wergerandin. Ew pirtûk di sala 1989 an de li Elmanyayê ji aliyê Weşanxaneya Rewşenê ve hatiye weşandin. Ev dîwana han jî, li gor ku Sadiq Behaedîn Amêdî, du dîwan in:- YEK bi navê Dîwana Şah Pertew Hekarî Ebas e.- Ya dîn, Diwana Pertewî ya Rast e. Ev Dîwana Pertew Begê Hekarî herwekî li gor rêzbenda Dîwana Melayê Cizîrî, hatiye amadekirin û qafiye li gor rêza elîfbêtika erebî domandiye. Tê de 174 sernav û 1.758 malik hene. Di malikekê de Pertew Begê Hekarî ji evîndara xwe re weha gotiye:
Ecêb letîf e, cundî ye,
ezman nizane kurdî ye
Ageh ji uşaqan niye,
mest im ji xemra Layezal
Medreseyên dema wî geleg ji aliyê zanîstê ve pêşketî bûn. Teybetî jî medreseyên mîran pir baş, pak û dewlemendê zanîstan bûn. Dîsa medreseyan bi waneyên xwe de piranî cih didan helbestvanên klasîk.
Tê gotin ku Pertew begê Hekarî bilê zimanê Kurdî zimanek din nizanîbû.
Hin nivîskar û şairên Kurd ên serdema Pertew Begê Hekarî ev bûne:-
Nalî Şarezorî (1701-1855)-
H. Qadir Koyî (1806-1855)-
Kurdî (Mistefa Beg 1808-1848)-
Mele Xelîl Sêrtî (1754-1843)-
Mele Mehmûd Bazîdî (1797-1863)-
Mewlana Xalid Kurdî nexşebendî (1773-1826)-
Şêx Nûredîn Birîfkanî (1795-1851)-
Şêx Hesenê Nûranî (1786- ?)
Pertew beg Hekarî sala 1841ê de li Colemêrgê çûye ber dilovaniya Xwedê. Xwedê dilovaniya xwe lê bike.
NÎŞE: Ji bo ku min derbarê jiyana Pertew beg de gelek nîşe ji dest hilanîne Spasiya xwe ji Mamoste Zeynelabdîn Zinar re rê dikim. Pir kêfxweş dibim ku navdarên kurdan bi zimanê dayikî tên nivîsîn. Xwedê doza Kurd û Kurdnivîsan bike para me. Spasiya xwe ji bo xwînerên zimanê Kurdî jî rê diki

Zîndan Dîncer Tetwanî

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *