Binevşa Narîn keça Faris Beg e. Faris Beg yekî feqîr e. Derwêş Begê mîrê êlê yê dewlemend, çav bi qîza wî Binefşê dikeve, dil berdidiyê. Dixwaze ku pê re bizewice. Derwêş Beg, pîrekî nod salî ye. Binefş û malbata wî Derwêş Beg qebûl nakin û ji tirsa wî direvin.

Derwêş Beg, wan rehet bernade û ji sê birayên Binefşê diduyan dikuje. Yek ji wan birayan dimîne. Rojekê, leqayî Cembelîyê Mîrê Hekarîyan tên. Cembelî digihîje hawara Faris Beg û Binefşê. Binefş û Cembelî dil berdidin hev û gustîl deytînin. Cembelî, bi birayê Binefşê re dibe yek û wan xilas dike. Derwêş, newêre ku bi Cembelî re şer bike û dev ji wan berdide. Di dawîyê de Cembelî û Binefş digihîjin mirazê xwe.

Çandname/ Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *