Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi peyamekî ve cejna qurbanê pîroz kir û ragehand: ‘’Mixabin îsal cejna qurbanê di rewşeke giran aborî de em birê dikin, ev rewşa nayê xwestin li dervey daxwaz û xwastek û desthilata hikûmeta herêma Kurdistanê ye.’’

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30.07.2020ê bi peyamekî cejna qurbanê pîroz kir û ragehand: ‘’Bi boneya cejna qurbanê ez pîrozbahî li muslimanên Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvîdarim rojên cejnê di xweşî û kameranî de derbas bikin û pêbendî tedbîrên xweparastinê û rênmayiyên tenduristiyê bin.’’

Herwaha got: ‘’Mixabin îsal cejna qurbanê di rewşeke giran a aborî de em birê dikin. Ev rewşa nayê xwestin li derveyî daxwaz û xwastek û desthilata hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Me her ji destpêka çêbûna vê krîzê ve hemû hewldanek da bo ku bandorên nerênî yên vê krîzê li ser jiyan û rêveçûna jiyana hemwelatiyan sînordar be. Lê mixabin vê krîza darayî ku piraniya welatên cîhanê jî li xwe girtiye, gelek şiyana darayî ya berdestê hikûmeta herêma Kurdistanê mezintir e. lê li gel hemû astengan jî hêvîdarim hemwelatiyên xoştewî baweriya wan bi hikûmeta herêma Kurdistanê hebe ku di hewldaneke berdewam de ye bo dabîn kirina mafên mûçexwarên herêma Kurdistanê. Bi vê hêviyê ve piştî cejnê li gel hikûmeta federal a Iraqê em bigehin rêkeftinekî hevseng ku mafên destûrî yên xelkê herêma Kurdistanê tê de parastî bin.’’

Mesrûr Barzanî ragehand: ‘’Hêvîdarim bi piştevaniya hemû aliyekî ve emê wan rojên giran derbas bikin û hemwelatiyên xwe re di cejnên pêş de di rewşekî pir baştir de cejnê derbas bikin.’’
BasNews.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *