Panda gyanewerekê nîmçe kehîye û jêderê wan li çînêye, anku panda li çînê bi tinê heye û li wêrê dihête rewanekirin bo cîhanê, hîç dewletekê maf nîne bêy çînê bibîte xudana panda.
Nuke li seranserê cîhanê nêzîkê (hizar û 200) panda hene, her pandayeka nuke li cîhanê hey bi rezamendya çînêye.
Çîn salane beramber kirêdana her pandayekê bo baxçên cîhanî, nêzîkê milyareka dularan destdikevît.
Her pandayek li cîhanê dûgyan bibît û têşka xo bînît dinyayê divêt bi zutirîn dem têşka wê rewaneyê çînê biken, çunkî tinê çînê mafê bi xudankirina wan heye.
Di nukeda salane milyunan geştiyar li seranserê cîhanê qesta welatê çînê diken daku ji nêzîk panda bibînin.