Gava em li van çêrok û efsaneyan binêrin, em ê bibînin ku di şêwe û dîmenên xwe yên çêrokî de giş çêrokên rojhilatî ne, bi wateya ku hîç hikariya çêrok û efsaneyên rojavayî „Europî“ li wan çênebûye, ji ber ku çêrokbêjî û efsanebazî pir ji zû ve di nav gelên rojhilatî de hene. Berî ku Europî bên herêmê. Kurd jî wekî neteweyeke rojhilatî, ya xudan keleporeke efsanî ya mezin û kevnar e. Lê tew naye jibîrkirin, ku hikariya ola Îslamê bi hêzdarî li çêrok û çêrokbêjên Kurd ji zû ve çêbûye.

Di çêrok û efsaneyên kurdî yên kevin de –bo nimûne– navê Xwedayê Mîdî „Vayo“ (Bi wateya Bayo) tew naye zimên, û gava „Xwedê“, ku ji „Xod“ (wekî: Gott) hatiye, mebest ji vî navî „Ellah“ e, ku di Îslamê de tenha ew Xwedê ye, kesek ji wî pê ve nîne, û di hîç efsaneyeke kurdî de pirxwedayî nemaye, heta di memleketên ajal û goştxuran de jî, wekî ya Şahmaran, dîsa jî pirxwedayî ya kevin berşê û winda bûye. Hema dîsa jî, em dibînin ku efsaneyên wekî Şah Meymûn, Sultanê maran, Teyrê Sîmir, Rustemê Zal û hinekên dî, ji demên gelek kevin de mayîne, û nijd bi nijd û pişt bi pişt, di nav gelê me de hatîne hewaldan û çanda me ya çêrokbêjiya devkî maldar kirîne, ji ramanên pirxwedayî, an yên Filletî û Cihoyî, hatîne paqijkirin.

Di nav çêrokên kurdî de, yên ku bêtir hikariya olî didine xuyakirin, û niha ditên bîra min, çêroka „Mem û Zîn“ (Mebest ne ya Ehmedê Xanî û ne jî Memê Alan e), „Hespê reş“, „Nihala Sîsebanê“, „Leyl û Mecnûn“, „Seyfulmuluk“, „Yûsif û Zelîxa“ û „Zembîlfiroş“ in, ku hemî jî wekî „Beyt“ an „Epos“ hatîne nivîsandin û belavkirin.

Di „Hespê reş“, de, ku min ew û „Cimcimê Sultan“ û „Nihala Sîsebanê“ jî bi tîpên kurdî yên nûjen amade kirîne, U’mer Bin Xettab, paşayê „Xelîfeyê“ duwemîn ê Busirmanan diçe nav gawiran, da ji pêxemberê Xwedê re –Selewat û silav lê bin – hespekî reş ê pir navdar e ji „Gawiran“ bistîne, hema ewana hespê xwe nafiroşin û dixwazin zora wî bibin, pevçûnek di navbera wan de çêdibe û ew pevçûn dibe egera cengekê di navbera Gawir û Musilmanan de, û çêrokbêj bizava xwe dike, pesindariya herdu mezinên Muslimanan U‘mer Bin Xettab û Îmam Elî –Xwedê ji herduwan razî be– bîne zimên û wan herduyan wekî hevdu cîhbilind bide xuyakirin. Eve jî diyar dike, ku Kurdan xwastine xwe ji pevçûna olî û siyasî ya di navbera Sunne û Şîîe‘ de biparêzin…Mixabin, hem cîhê bûyerên çêrokê û hem jî lehengên wê ne Kurdî ne, ne jî lehengên çêrokan.

Di „Nihala Sîsebanê“ de jî pevçûneke mezin di navbera Musilman û Gawiran de bi egera keçeke Filleh a pir xweşik û ciwan çêdibe. Ew keçik bo kesekî, ku hatiye destê wê dixwaze, dibêje: “Here ji min re seriyê pêxemberê Musilmanan û peyrewên wî ji min re li şûna qelengê min bîne.“

Di „Cimcimê Sultan“ de, mirovek pêrgî kelexoyê miriyekî tê, wekî di „Hamlet“ a Shakespeare de, bi kelxoyê, ku pir ji zû ve ketiye axê re dipeyive, û çêrok dixwaze gelek wate yên olî di seriyên çêrokhezan de biçîne, wekî tirsa ji Xwedê, jibîrnekirina mirinê, tewat û dilnermî, û gelek bîr û baweriyên dî.

Di „Zembîlfiroş“ a Mele Bateyî de, ku hinek terzên wê yên cihê-cihê hene, Lawekî hejar, ê ku zembîlan çêdike û difiroşe, dikeve dava xanimeka mêşeng „SEXY“, hema ew ji ber tirsa Xwedê xwe digire, destê xwe di wê nade, tevî ku ew pir devşiliyê li ber wî dike. Gava ew lawik rê û çareyan nabîne, ew xwe ji burca koçka wê ve davêje xarê, hema Xwedê wî ji mirinê diparize…Eve çêroka pêxember Yûsif –Silav lê bin– û jina Fîrewnê Misirê, ku di Qurana pîroz de hatiye, tîne bîra me. Mebest jê xweparistina mêran e ji wan jinên har û mêrhezin.

Çêroka „Mem û Zîn“ a ku hozanvanê mezin şêx Ehmedê Xanî wekî helbesteke çêrokî hûnandiye, di pêşgotina wê ya helbestî de heme bîr û baweriyên xwe yên felsefî, olî, neteweyî, ramyarî û zaneyî xistine di nav de û anîne zimên, kesayetiya Kurdî ya çiyayî piçekî hatiye nermkirin. Di stranbêjiya devkî ya gelêrî de, ku bi navê „Mem ê Alan“ e, û ji aliyê Roger Lescout ve, ji dev stranbêjin kurd û bi taybet Mişoyê Berazî û Sebriyê Mihacir li Beyrûtê (Lubnanê) hatiye girtin û nivîsandin ne wilo ye, Mem di wê de hartir û xorttir e, û Çeko hîn bêtir, gava dixeyide ew dibêje: „Ez Çeko me, ez ne î dîn im, gurê çile, zikbirçî, dev bi xwîn im…“ Li ba Albert Socin û Eugen Prym, wekî metnê straneke gelêrî, ya bi navê „Mem û Zîn“ heye, dîsa nermkirina kesayetiya Kurdî bi terzekî olî çêbûye.

Di „Mem ê Alan“ de, welatê Memê bi navê „Mixrîb“ e, Mixrib welatekî bakurê Afrîqa ye, lê gundekî Kurdan jî bi wî navî li bakurê Kurdistanê heye, hema di Memê Alan de qala bajêrekî mezin tê kirin, ne gundekî piçûk. Navê apekî Memê Alan „Temer beg“ e, ku navekî kurdî ye. Baweriya paqijiyê ji aliyê olî û civakî ve bêtir hatiye xortkirin, li gel heme nirxên civakî yên kevnare di civaka kurdî ya derbegî û axatî de, wekî wêrekî, camêrî, dostaniya dirist, paristina êl û malbatê, hezkirina bê nêzîkbûna govdeyî, baweriya mekin a bi Xwedê, fêlbaziya kesên deselatdar wekî wezîrê „şalyarê“ Mîr Zeyniddîn, bavê Zînê, bi wî terzî ku „Beko yê Ewan“ wekî „Mêfêsto“ yê Faust hatiye xuyakirin.

Bêguman, ne tenê şanoya va çêroka kurdî ya pir navdar li Kurdistanê ye, li navenda wê, ku Cezîra Botan e, kesayetiyên wê jî Kurd in, û piraniya wateyên wê, berî hatina Îslamê jî di nav civaka me de xort bûn. Hozanvanê mezin Ehmedê Xanî, ku ev çêrok bi guhartin di bin navê „Mem û Zîn“ de nivîsandiye, hem civaka kurdî û hem jî ola Îslamê baş dizanî, lew re „Mem û Zîn“ bi terzekî olî-felsefî, li gor rewşa Kurdistanê ya li ber çavên wî bû, û ketibû bin basikên „Sofîtiyê“ li qelem daye.

Em dîna xwe didinê, ku di navbera „Memê Alan“ û „Leyl û Mecnûn“ a Şêx Mihemmed Can de, cudahiya şanoya bûyerên wan heye. „Leyl û Mecnûn“ çêroka evîna mîrekî Ereb bi keçeke Ereb re ye, li welatê Ereban çêbûye, bi şêweya helbesteka çêrokî „Epos“ ji hezaran malik, wekî „Mem û Zîn“ a Ehmedê Xanî, an „Seyfulmuluk“ Siyapûş, bi Kurdî ye, hema Mem ê Alan, tenha bi bajarekî pêjinî yê gelek mezin û bi navê „Mixribê“ destpêdike, lê teviya çêroka, ku hem wekî helbest, hem wekî çêrok û hem jî wekî straneke gelêrî ya taybet bi Kurdistanê ye, di nêv gelê me de maye. Ew Mixrib wekî welatekî fantaziyê di çêrokê de hatiye, tevî ku di rastîniyê de heye, li bakurê Afrîqa ye.

Hema gava em li çêrokên me yên kevintir binêrin, wekî „Şah Meymûn“, „Rustemê Zal“ û „Şahmaran“ a ku ew jî bi hinde terzên ji hev cuda heye, û hinek ji wan versiyonan ji aliyê hêja Lokman Polat ve, di pirtûkekê de hatîne danîn, an jî „Hespê Boz û Şehzade“, emê bêtir ji civaka kurdî ya kevin ve nêzîk bibin û hinek dîmenên wê binasin. Ev çêrok jî ji aliyê dostê me yê hêja L. P. ve di pirtûkeke dî de hatiye nivîsandin.

Min çêroka kurdî ya kevnare „Sê gul û sê bira” wekî novêlekê / romanekê amade kiriye, hema ta niha nehatiye çapkirin. Di vê çêrokê de lehengê wê ji aliyê du birayan ve tê xapandin, ew di binê çalekê werdibe, li rêya azabûnê digere, dawî qulekê di dîwarê çalê de dibîne, wê dikole, û derbas dibe cîhaneke fantaz a dêw û ejderhan, pişt re ew li pişta beranekî suwar dibe, keçeka ku di wê jêrzevînê de girtî bû, bi xwe re azad dike, ew li pişta bazekî suwar dibe û di ser ewiran re difire, û ber bi welatê xwe ve vedigere, ku rastî nerastiyê binpê bike û zorbazê deselatdar bi bin keve. Riataza (Cankurd).

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *