Carek hebû  carekî  heft  kûsî  rabûne  ser darekî dar hejiya, kûsî  meşiyan, xîncîrê kûlê  diyaran  hezar  rehmet  li dê  û  bavê  guhdaran.

Zemenekî li diyarekî dûr axayekî  hebû û keçake wî  hebû.  Navê keça wî Xezal bû. Keça wî zehf narîn bû. Axa ji keça  xwe pir hezdikir lê belê  zehf jî zilimkar  bû.

Keçik  rojek ji bavê xwe re  dipirse:

“ Gelo  ez  çima mîtanî  hevalê  xwe  nagerim.” Axa dibêje:

“ Keça min,  min li ser diya te sond  xwariye  ez ê  miqatê te bim.  Xwedê  neke tiştek were serê  te ez ê  ka çi bikim.” Qîza  Axê dibêje:

“ Bavo tiştek nabe,  em hemû  li hev  nasdikin,  kî  bi min tiştek  bike.” Axa dibêje:

“ Here  qîza min lê zehf dûr neçe”

Keçik  tê  derve, geh diçe,  geh kilaman dibêje û diçe…  li ber çem  rûdinê  û  piyê  xwe dixe  nava  avê  û  destê  xwe jî dixe  nava avê û  dibîne  ku xortekî  li ser serê  wê  sekîniye ew xort  jî Celo  ye, heta  tu  bibêjî  ciwan e û  Celo  û  Xezal bi hevdu re  xeberdidin û  dilê wan  dikeve  hevdu.  Zeman  tê,  rojek, dido, sisê, çar…  hema  wisa  hev dibînin her du  evîndar ji hev hezdikin. Haya  kesî  ji wan tûneye  ku ew  ji hev hezdikin.

Kûrê apê wan dibîne, hêrsa xwe ji Xezalê tîne, Xezal dibêje:

“Karê  te pê tuneye.” Kûrê  apê  wî  jî dibêje:

“Tû  heta rûyê  dinyayê  bî,  tu  ya min î,  ez te nadim  Celo.”

Kûrê  apê Xezalê, diçe  ji bavê Xezalê re dibêje:

“Xezal û Celo bi hev re ne. Dersekî bide Celo ku bila êdî newêribe  we re  cem Xezalê”

Piştî  fesadiya  wî,  Axa ji xulamê  xwe re  dibêje:

“Herin  ba Celo, bila were cem min?”

Şahûnekî  dikeve  dilê  Celo, dibêje:

“Helbet  ji bo  zevaca min û Xezalê  ye, Axa ji  bo  wî  gazî  min kiriye.”

Celo diçe  hûzura  Axê.  Axa hilmeke  dirêj  hildide û  serê  xwe bilind dike,  dibêje:

“Law  Celo min bihîstiye  tu  pey  Xezala min î, ew  heta wî  temenê  xwe birçîbûn,  tîbûn  nedîtiye, law tu  bi  çi  qîza min  xwedîkî, tu  şivanî sibê  serê  çiya  heta  êvarê.  Tu  nikarî  parîyek nan  bixweyî, îja  tu  qîza min  xweyîkî?”

Dibe  nalîna  Celo,  xeber nade hêsir  ji çavê  Celo dawêje  û  dibêje:

“Axayê  min, ez ji qîza  te pir hezdikim,  ji bo  xwarinê  tu  dibêjî,  ez potê  ser xwe jî  bifroşim  ez ê  qîza  te xwedîkim.” Axa  dibêje:

“Xwedê  ez bibîhîzim  tu bi  du Xezala min biçî,  bi şeref namûs ez ê  te bikujim,  keça min  dest girtiye,  mehek  şûnda  dewata  wê  heye kûrê  apê  Hesen  wê  xwastiye ez te êdî  bi  re  nebinim,  wenda be?”

Celo  heta  mehekî  wisa  digrî, digrî, digrî,  Celoyê  qijik û  reben  wisa  bê  hal ma. Kete  nav ciya, kûrm kete nava  bedena  wî  û di nav çadira  xwe de  hem wisa ma. Wextê  ku  neçû  û nehat  kûr  mamê    kete  meraqê û  geriya,  geriya, geriya… Dêhna  xwe  da ku  Celo  di çadira xwe de  dirêjkirî bû.  Meriv  dizanî  bû ku  Celo  yê mirinê ye  Celo  çavê  xwe vekir, ji  kûrê  mamê  xwe re got:

“Ji bo  Xwedê  tu  ji Xezala min  re bibêjî,  bila  were  carek  wê  bibinim.”  Ew jî  pal  dide.

Diçe cem Xezalê, wê  gavê  jî  deweta  Xezalê  heye,  bi dizîka diçe  ber Xezalê  dibêje:

“ Xuşka  Xezal,  xuşka  Xezal,  Celo  li hêviya te ye. Dibêje  bila  were ez wê  bibînim  û  halê  wî  pir xirabe.” Xezal,  dibêje:

“ Ka ez ê  çawa  werim,  bavê  wê  min û  Celo bikûje,” Kûrê  apê  Celo jî  dibêje:

“Xuşkê  tu  neçî  ba Celo,  hema  wê  bimre,  tu yê  bimrî, çê  fayde  ye.”

Xezal, ji berdestiyê  xwe re:

“Min îdare  bikin,  heya  ez diçim û  têm.”

Wextê ku  diçe  ba Celo, dîhna  xwe dide Celo, Celo  di xûnê de maye,  diçe  cem Celo  rûdine,  bi desmala  xwe  birîna  Celoyê xwe paqiş dike. Celo, dibêje:

“Ez heyrana  te bim,  tu   xwe  bi birîna min pîs nekî,  deweta  te heye.”  Xezal dibêje:

“Celo, dewet tune,  ez ê bêjim  ez ji Celo hezdikim,  ez ji kesî re  nabim  yar.”

Xezal bi lez vedigere  tê  nava rê,  dibêje:

“ Ez naçim  dawetê  jî  bila were vira,  min dikuje  bila li vira  min bikûje.”

Vedigere  tê  ser Celo,  dîhna  xwe  didê ku  bê  zar û  ziman  maye. Celo  kaş  û kaş dike  dîhna  xwe  didê  ku Celo  miriye  û  qêrîn  pê dikeve û  dibêje:

“Xwezîka  ez mirî  bûma, min ne gotina  bavê  xwe re  derêmê  malê.”  Xezal di nava  kefa  destê  Celo de morîkekî  dibîne  Celo  wê moriyê  bida  wê. Celo diçe  mezelê.  Xezala  delal jî dîn  û  har dibe …

Berhevkar: Usiv DEMİR-Çandname

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *