Johann Charlotte Unzer
Di 27. 11. 1725an de, li Halle ji dayik bûye û li Altona, di 29. 1. 1782 wexer kiriye.
Ew bi xwe keça piyanîst û awazdanerekî elman î bi navbang bû, ku navê wî Johann Gotthilf Ziegler bû. Xalê wê jî bijîșkekî berniyas bûder Mediziner Johann Gottlieb Krüger bû. Xalê wê ew têveda, ku berê xwe bide edebiyat, felsefe û zanista dor suruștê. Xalê wê alîkariya hevjînê wê yê pașerojê jî kir û Johann August Unzer bû nivîskar û bijîșk. Di sala 1751an de, bûne hevjînê hev û li Hamburg Altona bicih bûn. Johanne Charlotte Unzer bû endama rûmetê ya civata elmanî, li Helmstedt û Göttingen û ji destê xalê xwe, ku wê demê rêvebirê Helmstedt bû, di sala 1753 an xelata taca șahinșahiyê, wek helbestvan wergirt.
Johann Charlotte Unzerê 3 dîwanên helbestan weșandin:
»pêkolek di helbestên tinaziyan de« (1751),
»Helbestên nazik û sincane« (1754),
»pêkolên din di Helbestên nazik û sincane de« (1766).
Di biwarê felsefê de:
>> Penda plandanîna desthilata jinê 1751
>> Xêzên sereke yên dîroka suruștî û surușta rasteqîne 1767
Johann Charlotte bû xwedan 2 zarok, lê herdû zarok jî zêde nejiyan. Herdû di dema șîrdanê de mirin. Ew bi xwe jî piștî 2 mehan û 2 rojan ji rojbûna xwe ya 57an de wexer kir. Tekstên wê yê nivîsên felsefê: Penda plandanîna desthilata jinê 175, di çarçoveya edebiyatê û perwerdeyê de, di dibistanên Berlînê de, ji nîvê sedsala nozdehan de têne dersdan. Beșê nepoetîk ji nivîsên Charlotte, weke felsefa Pepuler ya ronakirinê tête liqelem dan.
Evîn
Moliere
Je trouve, que le Coeur est ce qu’il faut gagner
„Ez dibînim, dil e, yê pêdivî tiștekî ye, ku bi ser bikeve“
Tu, Evîna bisteh!
bêhtir ji her tiștî hêja yî,
ku tu bihête strandin.
ji devê helbestvanê xwe yê mezin!
êdî bo cengê bes bistrên,
li ser cenga bixwîn,
û qehremanan.
pesnê berqê êdî mekin
pesnê mûșekan û parçeyan,
yên bi wan Erd
û asîman diheje.
Qehremanên we rûmetê dixwazin,
Ji ber serketinê bihev dikevin,
yê bihêz be,
bi awirên agirînî,
û kenê mînkirî
șerê dilan dike!
Dilan desteser dike
Ciwaniyeke xilûxavî ye!
evînê serûbin dike,
cihê bêgunehî û xortanî
rê li ber dil tê girtin,
Evîna nazenîn
hêvî bikin, hest bikin.
Hûn dikarin serketinê li dilan jî
mî di cengê de bînin;
Wisa jî hun zindî dimînin:
Rûmeta we gewretir e.
Wisa jî, helbestvanê we distirê,
tenê li ser evînê!
Hun qehremanên bihêz!
Tîr û mertalên xwe deynin
Tenê cenga we bo evînê be.
hun ezelî dimînin!
Tundûtûjiya evînê
Zanayekê Cebrê yê tarî,
dijminê pêkenînan,
diyare, ji serederiya wî,
xwedan dilekî sar e.
Yê mukûsdayî be, evînê nake;
Niho ez herdem mukûsdayî me:
ji ber wê hez ji rûyekî ciwan nakim,
û hez ji jora jinan nakim.
Hîn nebûbû, belgeyekê nîșan bide;
Ka rê bidin, em li Phillis binêrin:
Ew wê dibîne, hez jê dike, mukûsdayî ye,
radiweste, dihêle ew jî xemgîn bibe.
Riataze.