Yıldız Çakar

Leylanok
Gotina min ev e: şev dikare te veşêre û roj jî, lê ji dil nayê veşartin!..
• Gotina min jî ev e: de ka kulmek agir ji êşê!..
• Gotina min ev e: êş bê reng e, li dest xwiya nake?
• Gotina min jî ev e: tu çi bî ez ew im! nav tenê perde ye, perdeyek spî jî li bibîkê bi reng e! ger haya min ji te hebe, haya te jî ji min!
Kitêba Nivîskar û Helbestvan Yildiz Çakar “Leylanok” di nav weşanên Avesta de derketibû. Yildiz Çakar ku bi helbest û çîrokên xwe dihate naskirin, vê carê bi ceribandinekê derketibû pêşberî xwendevanan. Kitêba wê ya bi navê “Derî” di koleksiyona Şahmaran de dîsa ji weşanxaneya Avesta derketibû. Pirtûka leylanok ji 80 rupelî pêk tê u çapa yekem di sala 2014 an de derketibû.
Ji bilî leylanok, Pirtûkên bi navê goristana sterkan, ev rê naçe buhistê, derî, û gerîneka guernicayê yên yıldız Çakar hene. Yıldız cakar di berhemên xwe de xwedî zimanek herikbare u kurmanciyek fesihe.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *