Bav di ciwantiya xwe de li zarokên xwe pir mêze dikir û ji wan pir hez dikir. Tu car zarokên xwe birçî nedihişt. Bav bi çi awayî be zikê zarokên xwe têr dikir… Rojekî diya zarokan çûbû mala bavê xwe, bav û zarokên xwe tev li mal bûn.
Bav wexta ku tî bû, ji zarokên xwe tasek av xwest, zarokê mezin ji birayê xwe re:
– Here ji bavo re avê bîne? Bira ji birayê ê din re:
– Tu here ji bavo re avê bîne? Ev bira jî ji birayê biçûk re:
– Birayê min tu here ji bavo re tasek avê bîne?
Birayê biçûk li birayên xwe mêze dike û xwe cangiran dike, nedixwest ku here avê ji bavê xwe re bîne, ji bavê xwe re:
– Bavo tu here ava xwe vexwe û ji min re jî tasek avê bîne?
Bav dibîne ku zarokek jê re avê naynin, bav tîbûn û hirsa xwe di kûrahiya dilê xwe de difetîsîne û axîn dikşîne…
“Bavek li heft zarokan mêze dike lê heft zarok nikarin li bavê xwe mêze bikin”