Dîrektorê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser vîruso koronayê Covid-19 axivî: “Ya herî xirab hê nehatiye. Ji ber ez vê dibêjim ez xemgîn im, lê di rewşeke wisa de em ji hatina ya herî xirab ditirsin.”

Li gor nûçeya Euronewsê li gelek welatan başbûn çêbûbe jî belavbûna pandemiyê didome û tirsa pêla duyemîn heye.

Dîrektorê WHO’yê Ghebreyesus bi vîdyo konferansê axivî û diyar kir ku welat her ku li aboriya xwe fikirîn û rê li ber kar vekirin leza belavbûna vîrusê û derketina vîrusê zêdetir bû. Ghebreyesus ev yek lê zêde kir: “Em hemû dixwazin vîrus xilas bibe û rewş baş bibe lê tiştê bi êş ev e ku em hê negihîştine nêzî asta ku ev vîrus dê xilas bibe.” 

Dîrektorê WHO’yê got ku hê jî ji bo vîrus zêdetir belav bibe cih jêre heye.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *