Carek nav cara, rihmet li dê û bavê hazir û guhdara, qedal şeytanê qûlê dîwara, nelet bê li bavê hakim û tehsîldara.

Hebû pîrek û neviyek û kerekî wan. Pîrê rojekî ji neviyê xwe re dibêje: “Lawo, here ji me re barek dar bîne. Tu barek darê baş bînî û werî ez ê ji te re qalibek hêrûn çêbikim.”

Kur jî wekî Qesîm derdê wî hêk bû, rabû çû çiyê, ecele ecele barekî dar çêkir, li kerî xwe kir, hate ba kaniya derewîn*, kete pêşiya kerê û hate malê, ji xwe re got, ji xwe tê kerê min yê were…Rabû hate malê. Kur:

– Pîrê pîrê! Pîrê:

– Ha kurê min.

– Te ji min re hêrûn çêkiriye?

– Ka kerê te lawo?

– Kerê min vêga tê pîrê, ka hêrûna min çêbike, ez bixwim.

Pîrê rabû, jê re qalibek hêrûn çêkir, danî berî, ew jî kete ser hêrûnê, xwar. Kerê min û te jî rê da ye tê, cara tê Newala Beriyê**, gur tê pêşiyê, xwe davêje kerê û wî dixe erdê, dikeve serî dixwe, kur jî hêj li ser sifra hêrûnê ye û dixwe…Pîrê: – Kurê min kerê te nehat, ka bi alê wî ve here.

– Tê were lê, ka ez hêrûna xwe bixwim, ez ê bi alê wî ve herim. Hêrûna xwe dixwe, xilas dike.

– Law, kerê te nehat, ka alê wî ve here, ka ev çend wext e ma li ku derê?

Kur radibe û diçe. Diçe ku çi bibîne, kerê wî guran xwariye, nav û dilê wî jî tev deranîn e. Û qijikan jî li serî hêlînên xwe çêkirine, diçin û tên.

Kur rabû çû ber kerê xwe, xwe çilizand, qijik jî hêj li ser serê kerê hêlîn çêdikin, hema ji nişkê ve kur dest davêje qijikekê, wê digire û qijikê re tê malê. Pîrê:

– Law ka kerê te?

– Pîrê wulleh, çi ji te veşêrim, ji Xwedê nahê veşartin, kerê min gura xwariye, hema min tiştekî jê çêtir aniye.

– Te çi aniye?

– Xwedê min ji xwe re li ser laşê kerê qijikekî girtiye û aniye.

– Wey min kîrê te û ê bavê te haşa haşa xiste qijika te, kerê gura xwariye, tu çûyî ji min re qijik aniye.  Pîrê radibe kurê ji xanî derdixe, dibêje:

– Here piyê te îşev bi vî xaniyê nakeve.

Navê kurikê jî Keçelo ye. Keçeloyê min û te jî rabû qijika xwe da destê xwe û çû. Got: “Ya Rebbî ez ê bi kû de herim, wulleh barke, ez ê îşev herim mala xalê xwe.”

Bû mexreb, rabû çû mala xalê xwe, tiq tiq li derî da, jinxala wî derî vekir ku Keçelo ye. Jinxal:

– Keçelo law tu vê şevê ji ku ve tê yî?

– Pîrê min ji xanî deraniye, li min xistiye, nehiştiye ku ez bikevim xanî, ez jî hatime, min got ez herim mala xalê xwe.

– Keçelo law tu bi rê ve hatiyî, te vêga xwêdan daye, ser û cilên te jî qirêjin, ka here ji xwe re nav heywanan, li axûrê, heta sibê, ji xwe xalê te jî ne li malê ye, çûye aşê, ku xalê te sibê hat, paşê were serê xwe bişo.

Keçelo yê min û te rabû çû nav hewşê, ba heywanan.  Xal jî çûye aşê.

***

Tu nabêjî dostê jinxala wî jî hene…Keçelo xwe xist di nava pez. Mela banga mexrebê da, pişt bangê qederekî ma, mela hat, sêniyek kutilk destê wî da ne, derî vekir û çû xanî, lezikekê xweş ma li xanî de, Keleşo fikirî ku îcar qazî hat, destê wî de jî qazekê xaşandî, ew jî derbas bû xanî. Bûne dido. Qederekî xweş ma, miftî jî hat, zebeşekî mezin di destê wî de, ew jî derbas bû, çû xanî. Êdî xanî de çi bû, çî ne bû me nedît. Çi kiribin jî ew û Xwedayê xwe ne.

***

Derengiyê şevê xalê Keçelo hat ber derî got, şşeewwşş, ew jî ji aşê hat.Ê ku xanî da bûn, gotin, ya Rebbî em ê çi bikin? Yekî got, “Em mela bixin kewarê, mela xistin kewarê, qazî jî xistin dergûşê, miftî jî xistin li cihekî, axirî hemûyan xwe veşartin. Jina wî derî jê re vekir.

– Malava yo tu mayî li kû derê heta vê çaxê?

– Wulleh min taze genimê xwe hêra ye, ez jî ji xwe hêj rê hatim e, ancax…Xal barê xwe danî, bêhna xwe ve da.

–  Tiştekî tine ku em bixwin, wulleh dilê min ji birçiya diêşî?

– Ez çi ji te veşêrim ji Xwedê nahê veşartin, ça tu şeveqê çûyî ez jî rabûme  ser xwe, sekin jî min neketî ye, pê ra negihiştime ku ji me re gezek nan jî çêbikim, çûme beravê, paqijiya heywanan, xanî, der û dor… ê ka êdî min çi ne kiriye…

Keçelo jî di nava axûr da guhdariya wan dike, ji nişkêva darikek quna qijika xwe da kir, qijik jî qişta qişt kir. Xal:

– Keçê law ev deng ji ku hat? Jinxal:

– Wîîîî eva wulleh xwariziyê me yê Keçelo bû, hatibû. Hêja mexreb bû, min got ser û cilên te qirêjin, hema here di nava pez, xalê te jî ne malê ye îşev, aqilê min nabirî ku xalê te were, ku sibê hat, tu jî ser û cilên xwe bişo û were li jorê, min jê ra got.

– Çav û ê neyarên te birêjî, xwarzî me hatiye malê te wî şandiye nava pez, ka gazî bikê bira were!

Gazî Keçelo kir, Keçelo hat, çû destê xalê xwe. Xal:

– Keçelo law tu bi xêrê xwedê hatî, li ser çavan hatî, tu çawanî?

– Baş im, bêhna min teng bûye, min jî got ez ê herim mala xalê xwe.

Rûniştin, xeberdan bi hevra, Keçelo yê min û te dîsa darekî qûna qijika xwe de kir. Xal:

– Keçelo law qijika te çi dixwaze? Keçelo:

– Xalo wulleh qijika min birçî ye, dibêje bêhna qaza xaşandî tê.

– Jinê vêga te gotibû, tiştekî tine? Jinxal:

– Wîîî wulleh mala mela şîva înê deranî bûn, ji me re jî anîn, min jî danîbû ser banê kewarê, bîra min jî lê neketiye. Xal:

– Ka zû bîne, ez û xwarziyê xwe yê Keçelo bixwin.

Jinê anît, ketin li serî xwarin, xweş bêhna xwe jî vedan. Keçelo dîsa darek qûna qijika xwe da, qijikê dîsa qişta qişt kir. Xal:

– Keçelo law qijika te îcar çi dixwaze?

– Wulleh xalo dibêje bêhna zebeşê li mala we tê, zebeş dixwaze.

– Min hewqas got ez birçî me, te got tiştekî tine?

– Wîîî ka hişê min maye, nizanim kî ji me re aniye, ew ji min daniye wê derê.

Zebeşê jî anî û ketin serî xwarin. Qederekî ma Keçelo dîsa darek qûna qijika xwe da. Xal:

– Keçelo law qijika te îcar çi dixwaze?

– Wulleh xalo îcar jî dibêje serê min qirêj bûye, em serê wî neşon tê heta sibê wusa qişta qişt bikî.

– Tu yê çawa bişoyî, Keçelo yê min?

– Ji xwe kewara we heye, bira jinxala min jî avê bi kelînê û bira hama kuleka kewarê de berde kewarê, tê ez jî xwar ve serê qijika xwe bidim ber wî kulekê.

– Jinê rabe alîkariya xwarziyê min bike, av deyne li serî, bira Keçelo serê xwe û ê qijika xwe tev bişo.

Mele jî di kewarê de ye. Jinê rabû avê keland û biqbiqand. Avê di kuleka kewarê de berda, mela li kewarê de xistin cendek.

***

Xal ji Keçelo re “law êdî ji xwe re razê, şeva te bi mîne xweş.” Keçeloyê me re razan vê şevê bûye qedexe. Rabû çû termê mela di kewarê de derxist û çû, Keçelo, mela bir li ser hêstira xalê xwe siwar kir, îç û ben tev lê ve pêça û wî bir ser bêdera Hecî Baqî***, xwe xist di nav dirika û xwe veşart.

Hecî Baqî jî radibe, dibîne ku li ser hêstirê mêrekî heye, hêstir jî genimê wî dixwe. Gazî ê li ser hêstirê dike, dibêje; “Law tu qey kor bûyî, ev çi hêstir e, te berdaye ser genim, qey tu nabînî, Xwedê te çi neke!”

Mela miriye li ser hêstirê, hama ji nîşkê ve Hecî Baqî melhêvek dibe û diçe jor, wê mehlêvê dibe li serê mela dixe, wî li serê hêstirê de dixe erdê. Keçelo jî nav dirikan de derdikeve, dike hawar:

– Ay lawww, te çima bavê min kuşt? Hecî Baqî:

– Xwedê mala te û yê bavê te xira bike, hewqas min gazî kir, min kire qiyamet, te çima ne digota wusa hespê berdabû serî genim?

– Wulleh ez ê herim giliyê te bikim.

– Giliyê min neke! Hema ev genim, ev her tişt bira ji te ra bin.

Genim û tiştên din wê şevê saya xulaman de tê patos kirin. Keçelo di wê şevê de, hesp û keran bar dike, dibê “ez ê van her tiştan pîra xwe re bibim.” Tevî bar dikin. Keçelo, xulaman dixe pêşiya xwe û diçe li mala pîrê. Mexrebekê tarî xwe davêjin li ber deriye pîrê. Keçelo: “Pîrê pîrê, ka derî veke!”

Çaxa pîrê derî vedike, Keçelo bangê pîrê dike “Pîrê derî veke! Xwedê da û li ser hev da.”

Pîrê difekire ku Keçelo bar û barxana, genim û hêstira tev aniye li ber derî.

***

Barê hêstir û keran dadînin, dixine nav afir û kadîna.

Keçelo bang li xulama dike, dibêje:

– Hûn îşev mêvanên me ne.

– Eman fîzar em ê herin.

Lê Keçelo û pîra wê dibêjin carek li dinyayê hûn naçin, îşev mêvanên me ne. Radibin û diçin  odê, ciya dadînin. Razana Keçelo vê şevê jî nayê, diçe ba pîra xwe. Jê re:

– Pîrê ka qazikek şorbeya tîr îşev ji min re çê bike.

– Law tu yê çi bikî şorbeyê?

– Ji min re lazim e.

Pîrê qazikek şorbeya tîr çêdike. Xweyê hestîr û kera jî dikevin nav ciya. Keleşo jî diçe ba wan.

– Gelî mêvanan ez ê ji wera tiştekî bibêjim, lê şerm nekin, ez mecbûrim ji we ra bibêjim.

– Ka bibêje birazî, me nexe nav meraqê.

– Hay ji xwe hebin, xwedê kî mîz bike xwe ve tê diya min bimrî, kî gû bike tê bavê min bimrî.

– Heyra bi xwedê bîra me nayê, ku me kengê xwe ve mîz û gû kiriye. Emê çawa îşev xwe ve bikin.

– Ez jî ji we ra dibêjim, îşê dinyayê ye, hay ji xwe hebin.

Dikevin di nav ciya, xew de diçin, pixa pix wan dikeve. Lê Keçelo hişyar e, çixa hebekî, her yekî qolikek şorbe berdide li ber derpêyên wan, her yekî jî qurkekî av berdide li ber çuçikên wan, tev wusa dike û diçe xwe dixe nav ciya.

***

Nav xulaman de yek ji xwe dihise ku tev derpê yên wî şil in, wî yê ba xwe re dibêje, “kuro rabe, serê te min bi xwe ve mîz kirî ye,” ew ê balê jî jê re jî dibêje, “min jî bi xwe ve gû kirî ye,” tev bi hevra wusa dibêjin ku xwe ve mîz û gû kirin e. Di nav xwe de “Vêga Keçelo rabe tê me hemûyan bikuje.” Hemû radibin serê xwe, Keçelo jî bi wan dihise. Keçelo: “Ay lawww! ava diya min û bavê min herdu jî mirin.” Xulam: “Xwedê mala te çi neke!”

Û hema wisa dibêjin û xwe li derî dixin, direvin. Xulam: “Ya rebbî ‘lingo me hilde.”

Keçelo yê min û te jî pişt wan de dibêje;

“Ya rebbî şikir ji te re, hêstir û ker û tiştên din tev man ji min re.”

Ava çîroka me çû li nav deriya, rihmet dê û bavê me hemû yan.

 

Amedekar: Qesîm Etmanekî

Çîrokbêj: Gulê Etmanekî (Diya min)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *