Qedrîcan yek ji nivîskarên nifşa “Hewar” ê, yê pir êgin bû. Êdî di yekemîn hejmara “Hewar”ê de berhemên wî çap dibin.

Navê wî, yê tam, Ebdilqadir Ezîz Can e. Bi xwe xelkê Dêrika Çîyayê Mazî ye. Seva sala ji dayîkbûna wî nêrînên cihê hene; Mehmed Uzin, Firat Cewarî dinivîsin, wekî Qedrîcan sala 1916 ji dayîk bûye. Hesen Kaya – sala 1919 tîne. Îzedîn Resûl Mistefa û Rewşan Bedirxan çawan sala ji dayîkbûna Qedrîcan, sala 1916 tînin. Nivîskar Edîp Nadir jî seva Qedrîcan dinivîse: “Qedrîcan di sala 1911 de hatîye dinê û di sala 1972 an de mirîye”.

Nivîskar û lêkolîner Dîlawer Zengî, ku berhemên Qedrîcan berev kirine û sala 2004 an li weşanxana “Komal”çap kirine, ser bingeha du reşbelekan (yek ya zewacê, ya dinê jî ya xwendinê) mak dike, wekî Qedrîcan sala 1911 ji dayîk bûye. Rastîya vê sala ji dayîkbûna Qedrîcan bi hinek çîrokên wî jî tê mak kirin.

Qedrîcan pey xwe gelek çîrok, helbest û gotar hîştine. Gelek çîrokên nivîskar ser bûyarên jîyana wî hatine hûnanê. Di vê mijarê de ew dinvîse: “Ew pelên ku ji kitêba jîyana min hatine çirandin, îro perçên wane rizîyayî belav dikim. Sond… Guneh… Rojên derbasbûyî… Serencem… her yek ji van, ji kitêba jîyana min a hêzên rûpêlekî rengîn in. Lê rengîn dibin, zengîn dibin… dîsa pelinên çiriyayî û rizyayîne…”

Qedrîcan piştî xwendina xwe lîsê li bajarê Konîya temam dike, ji ber ku pêwendîyên wî bi bizava rizgarîxwez re hebûn, bi hevalê xwe, Reşîdê Kurd ve, sala 1928 an derbasî binxetê dibin û diçine Amûdê. Seva hatina wan, Cegerxwîn di bîranînên xwe de dinvîse: “Du xortên ji Kurdistana Turkiyê hatine Amûdê, xwendina xwe ya lîse xelaskiribûn, herdu xort Qedrî Can û Reşîdê Kurd bûn”.

Qedrîcan di salekê de fêrî zimanê erebî dibe û li bajarê Selemiyê dixwîne. Piştî xwendina xwe temam dike li Entekyayê dibe mamosta. Li wî bajarî ew bi rewşenbîr û sîyasetmedarê kurdî wê demê, Mehmûd Selîm re dibe nas.

Dû re ew li bajarên Qamişlo û Amûd ê mamostatîyê dike. Dûarojê diçe Şamê, berê li Taxa Kurda mamostatîyê, paşê jî karê hukumatê, dike.

Li Şamê ew dîsan bi bizava rizgarîxswez re tê girêdan. Seva van salan nivîskar Edip Nadir dinvîse “Di 15.5.1932 an de Qedrîcan, di pêşwazîya mîrê Kurdan Celadet Bedirxan, di enîya dî de, enîya çandeyî de, nivîskarekî afirandî, stêrka wî geş bû û têkoşerekê şervan bû”.

Sala 1936 an Qedrîcan helbesta ‘Rêya Teze’ çap dike. Ev helbest dibe destpêka qonaxeke nû di poêzîya kudî de; qonaxa helbesta nûjen û azad.

Qedrîcan sala 1939 a bi Neylûfîr xanimê re dizewice, du kur û keçek ji wan re dibin.

Sala 1944 an Qedrîcan bi bîr û bawerîyên marksîstyê re dibe nas. Seva van salan hinek kes dinvîsin, wekî Qedrîcan di Partya Komûnîst, ya Sûrya de kar dike, lê Qanatê Kurdo dinvîse, wekî ew endemê Partîya Demokrat ya Kurd li Sûryayê bû.

Sala 1957 an, Qedrîcan bi kome xort ve, ku Celal Telebanî jî di nav wan de bû, ji bo beşdar bûna mihrecana Moskva, ya xwendkar û xortan, berê xwe dide Yekîtîya Sovêt. Gava ew bi keştîyê digihîjne bajarê Odêsa, ew ji wir, ji Qanatê Kurdo re têlêgarmekê bi zimanê kurdî dişîne. Çawan Qanatê Kurdo di pirtûka ”Tarîxa Edebyeta Kurdî” de dinvîse, naveroka têlêgramê wa bûye: “Ez Qedrî Can im, tevî xortan tême fêstîvalê, dixwezim te bibînim”. Qanatê Kurdo jî rojên fêstîvalê diçe Moskva yê û ew hev dibînin.

Qedrîcan û Celal Telebanî li Moskva serdedana Mistefa Barzanî yê nemir dikin. Qedrîcan helbesta xwe ‘Serdarê kurdan, Barzanî’ dîyarî Barzanî dike.

Rojên fêstîvalê helbesta Qedrîcan e “Ez diçim Mosko” bi wergera rûsî li rojnama “Îzvêstîa” çap dibe.

Dema rasthatina tevî Qanatê Kurdo, Qedrîcan çend helbestên xwe; “Ez diçim Mosko”, “Begê axir zeman”, “Rêya Teze”, “Gula sor”, ku devtereke biçûk de nivîsar bûn, dide Qanatê Kurdo.

Ji bo xebata ramyarî û kurdayetîyê, Qedrîcan salên (1959-1961) davêjne zîndana Mezê. Dû re ew ji welêt derdikeve û çend salan li Libnan û Îraqê dimîne.

Qedrîcan rojên jîyana xwe ye dawî li Şamê, li Taxa Kuda derbas dike. Meha Tebaxê, sala 1972 an, ew diçe ber dilovanîya Xwedê û termê wî li Taxa Kurda, li goristana şêx Xalidê Neqşibendî, dispêrin axê.

Qedrîcan piranîya berhemên xwe di kovar û rojnaman de çap dike (HEWAR, RONAHÎ û ROJA NÛ). Bilî çîrok û hebestan çendek gotarên wî jî hatine belav kirin. Ew pêşgotina yekemîn dîwan Cegerxwîn dinivîse. Ji bo kovar û rojnamên kurdî, wî karê wergerê jî kirîye.

Di dema zêndîtîya Qedrîcan de tu pirtûkên wî çap ne bûne. Nivîskar û lêkolînerê kurd

Dîlawer Zengî sala 2004 an berevokeke ji çîrok, helbest, gotar û wergerên wî berev dike, ji bo çapê amade dike û li weşanxana “Komal” çap dike.

Ez li jêr helbesteka Qedrîcan, wekî salên 1960-70 ser zarê xortên kurdperwer bû, tînim.

Serdarê Kurdan… Berzanî

Berzanî… Berzanî…

Di cenga welat de,

Di meydana xebat de,

Pehlewan…

Qehreman…

Tuyî,

Buyî,

Hîmî Kurdistan.

Te hîmî Kurdistan,

Çêtir,

Bêtir,

Li cî danî

Berzanî… Berzanî…

Navî

Nizanî?

Her kesî dît,

Her kesî bihîst,

Li rojhilat…

Rojhelata navîn.

Zivistan û havîn

Ki dike ceng? Kî dike xebat?

Li hemberî çend dewletan,

Ew dijminê miletan,

Çend dewletên isti’mar,

Kî bûye kelem? Kî bûye bar?

***

Eskerên Nûrî Seîd,

Ku di gel corcan xelît

Dixebitin…

Diperpitin…

Nikarin vî mêrî,

Vî şêrî,

Bixin davê…

Leşkerên Turk û Eyran

Balefirên Toreman,

Hiç tu havil ne kirin…

Tiştek hasil ne kirin..

Dîsa li ser çîyan,

Dîsa li nav meydan,

Deng dike,

Ceng dike,

Berzanî… Berzanî…

***

Ordû, ordû şikandîn,

Hezar çenber qetandin,

Mîna birûsk û ewran,

Li her cî, li her deran…

Diçirise dide deng,

Mîna dawet diçe ceng

Sînoran diçirîne,

Ordûyan di dirîne

Gava jê re bû meraq

Bê perwa dajo Îraq..

Dide ser dilê Tirkan..

Diçe bakûrê Kurdan..

Dibe tîr… dibe kevan…

Xwe dirêj dike Îran…

Ew Ecemên esrarkêş,

Efyûnkêş…

Bi qalûna xwe digrin,

Dikevin taya mirin…

Û dibêjin:

Dîsa kire xuyanî,

Hat Ruh-stîn: Berzanî!

***

Ey biraderê Ecem!

Ixwan: Ereb el-eşem!

Ey…Demoqrat Turk qardaş!

Birader! Îxwan! Yoldaş!

Em heval û cîran in,

Dijmin Amêrîkan in…

Îngilîz in…Îngilîz…

Zînhar jê re ne bin lîz.

Serdarê me Berzanî

Gerek her kes bizanî

Serdarê azadîyê ye…

Navdarê abadiyê ye…

Rabin, hûn jî bilivin,

Li doza wî bicivin…

Bêjin bijî Barzanî…

Xelaskirê însanî!

1948 Şam

Şeva 11 ê Adarê, sala 1970 î, me li kolanên Yêrêvanê ev helbesta Qedrîcan distira.

Riataze (Tosinê Reşîd)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *