Hunermendê bernyasê sînema û şanoyê yê bajarê dihokê (Adil ´Ebdurehman) di dû vêstîvalên cîhanîda xelatê baştirîn ekter wergirt.

Piştî rol bînîn di filîma (Barê Giran) ji derînan (Yelmaz Ozdêl) yê hunermend (Adil ´Ebdurehman) jiber bilindiya astê wî di wî filmîda, karî serenca lîjneyên herdû vîstîvalên , “Piraymavêra” li herêma keteloniya Îspana û “sînematografî dî mîrîra”ê Meksîkî, rabikêşît û bibîte xudanê dû xelatên cîhanî wek baştirîn ekter.

Fîlmê “Barê Giran”  li bakurê kurdistanê hatye wênekirin, çîroka filmê jî behis ji jyana zelamekê hejar yê bi temenê bajarê mardîn diket, ko rojane karê wî paqijkirina tax û kolanên wî bajarîye.

Hunermend (Adil ‘Ebdurehman) yek ji dyartirîn hunermendên kurd û akincyê bajarê dihokêye, nêzîkî sê sale xizmetê di wî byavîda diket û xudanê çendîn karê hunerîye, filîma ” Bîka Baranê” dawî pirojeyê sînemayê yê wî hunermendî dibît.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *