Helbestvanê Kurd î herî navdar ê sedsalê bîstan, Rewşenbîr û Seyda Cegerxwîn (Şêxmûs Hesen), di sala 1903an li gundê Hesara girêdayî navçeya Kercosê hatiye dinyayê (Gund di vê deme de girêdayî Mêrdînê bûya û niha navçeya Êlihê ye).

Helbestvanê mezin di Medresê de xwendîye, li gundan de Çobanî û Çotkarî kiriye û li dû demekê Melatiyê kiriye û dema xortaniya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Helbestvan û rewşebîrê Marksîstê Kurd Cegerxwîn, bi piranî helbest û çîrokan nivîsandî ye, xebatên wî yên li ser rêziman, dîrok û zargotinê hene. Berhemên helbestvanê di Kovara Hawarê de hatiye weşandin, ji 20î zêdetir pirtûkên wî hatine çapkirin. Cegerxwîn bi nivîskar û helbestvanên Kurd Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Kamiran Alî Bedirxan, Nureddîn Zaza, Qedrî Can ve hev nasîn e û bûne heval.

Cegerxwîn, bi helbest û berhemên xwe re bûye deng û qîrîna Gelên Bindest û Çîna Karker, Cotkar û hemû Rêncberan û bi dil û ruh; ji hest û ramanên xwe yên li ser êş, hez, azadî, şadî, bêrîkirin, evîn, qencayî û hêviyê anîye zimanê, û peyvên hevokên wî bûne hêvî û zimanê gelê xwe, hemû mirovahî û xwezaya jiyanê.. Helbestvanê mezin, di gelek war û herêmên Kurdan de Mamostetî kiriye, jiyana wî di nav nefì û êşan de derbas bûye û hertim bûye hilm û dengê Mirovên Kedkaran û dengê wî rojane ye.

Lîstikvan û Derhênerê Navdarê Kurd Yilmaz Guney jî wekî Helbestvanê Nemir Cegerxwîn û Hunermendê mezin Ahmet Kaya’yê bû dengê kedkar û bindestan û hest û ramanên xwe yên li ser hêvî, cîhaneke xweşê û dahatûyê anîye ziman. Derhêner li Girê Sorê (Siwereg) navçeya girêdayî Rihayê hatiye dinê û gava ku zarokatiya xwe de bi malbatê xwe koçkirine ji bajarê Edeneyê û Yilmaz Guney bi salên dirêj Karkeriya pembûyê kiriye û jê pê ve ciwaniya xwe re di gelek filman de wek lîstikvanê lîstî ye, senaryoyan nivîsandî ye û derhêneriya gelek filman kiriye. Filmên herî tê zanîn yê Yilmaz Yilmazê; “Rê / Yol”, “Hêvî / Umut”, “Dîwar / Duvar” ” Colek / Sürü”, “Heval / Arkadaş”, “Seyitxan / Seyithan”, “Ağıt”, “Umutsuzlar”, “Endişe” “Hudutların Kanunu”, “Acı” in. 

Di salên 80’an de, Helbestvanê nemir Cegerxwîn û Derhênerê mezin Yilmaz Guney, li Ewropayê di demên nefî de, hev naskirine û digel Kendal Nezan, Nureddîn Zaza, Madam Mitterand û Prof. Îsmet Şerîf Vanlî û gelek rewşenbîr, hunermend û nivîskarên ên din ve “Enstîtûya Kurdî ya Parîsê” sazkirine. Sazî li ser Çand, huner û jiyanên Kurdan lêkolînan û xebatan dike.

Derhênerê Marxîstê Kurd Yilmaz Guney di vê heyamê de ji Helbestvanê Cegerxwîn re, Mamoste ez dixwazim filmê we bikêşim gotiye, ancax Guney di meha Îlonê ya 1984’ê de jiyanê xwe ji dest daye. Helbestvanê nemir Cegerxwîn jî piştî mehekê ango di meha Cotmehê de çûye dilovaniya xwe. Her sê rewşenbîrê Kurd di berhemên xwe de; êş, şadî, bêrîkirin û hêviyên mirovahiyê, bi nerîna rastîbîniya civakî re derbirin kirin û dengê dilê wan çîrok, stran û kilamên roniya biharê distirînin.

Hunermendê navdarê Kurd Ahmet Kaya wekî Cegerxwîn û Yilmaz Guney li Ewropayê di nefî de wefat kir. Şiîrên helbestvanê Kurd Cegerxwîn di nav wêjeya Kurdan de herî tê xwendin û tê beste kirin e (ji aliyên Ciwan Haco, Nîzamettîn Arîç, Şivan Perwer, Gulîstan Perwer, Koma Dengê Azadî, Koma Amed, Mehmet Atlı, Burhan Berken û gelek hunermend û komên ên din) û helbestvanê cîhanê ye. Filmên Derhênerê Kurd Yilmaz Guney’ê di sînemaya Kurdan û cîhanê de yek ji herî tê temaşekirin û tê zanîn e. Stran û kilamên ên hunermend Ahmet Kaya di jiyan û muzîka Kurdan û cîhanê de yek ji hunermendê herî tê zanîn û tê guhdarî kirin e. 

Hunermendê Sosyalîstê Kurd Ahmet Kaya di sala 1957’ê li Meletî dayik bûye û bi malbatê xwe ve koçkirine ji Stenbolê. Hunermend li Stenbolê di gelek şolan de xebitî ye û li dû bi dehan muzîka albûman derxistî ye û bi sedan stranan afirandû li Parîsê di meha Mijdarê ya sala 2000’ê de di nefî de jiyanê xwe ji dest daye. Ahmet Kaya di dilên Gelên û Bindestên cihanê de bûye nemir.

Cegerxwîn, Yilmaz Guney û Ahmet Kaya di jiyanên xwe de bûyîne hêvî û qîrîna Mirovên Kedkar û Bindestan.. Hest û ramanên ji peyvên hevokên wan di dîroka Mirovahî û Xwezayê de hertim bûne şînbûna hêviya biharê hemû Mirovahiyê û dê rojane bimînin…

Nivîs: Rûmet Med

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *