Rojane demek bo pyasê bihête terxankirin, mfayên baş digehînîte leşê mirovî, belê hindek kes wesa hizir diken peyasê hîç mifayek bo kêmkirina kêşa mirovî nîne û giringyê nadenê.
Li gurey malperê (hêltis layn) êk demjimêra peyasekirinê, harîkare bo kêmkirina kêşa leşê mirovî, jiberku bi rêveçûnê leşê mrovî çendatyeka zor ya çewryê di sujît.
Li gurey vekolîneka heman malperî, ew kesên di heftyêda sê rojan bo mawê (5 – 70) xuleka peyasê diken, di mawê (12) heftyanda zêdetir ji dû kîlugramên kêşa xwe kêm diken.
Zêdebarî kêmkirina kêşa leşî, peyasekirinê çendîn mifayên dî bo saxlemya mirovî hene, bo nimûne kolîstrolê xirap kêm diket û kolîstrolê baş zêde diket, barê derûnî baştir lê diket û fişara xwynê rêk dêxît.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *