Ziman nasname ye, nasname jî ji bo hebûna gelan civakê li ser piyan dihêle. Dîroka pak û paqij ziman pê bi hêz dibe.

Ziman beşekî mezin ji çandê ye, û çand jî nasnameya gelan diyar dike. Ango ziman tê wê wateyê ku nasnameya civakan e.

Ziman amûrekî danûstendinê yê di navbera endamên civakê de ye. Civakên ku ji ziman dûr dikevin û bê par dibin ew tê wateyê ku ew civak li ber windabûnê ye.

Di dîrokê de bi taybetî dîroka ziman nivîskaran bi îşaret û sembolên sergirtî ziman pêşxistin û xurtikirin her wiha ew bi çavên vekirî li ziman dinêrin.

Jixwe dema ku di vê qonaxa kambax û aloz de, em li serencamên çewisandin û qedexekirinên li ser zimanê xwe û li hewldanên xwe temaşe dikin, wê demê em ê hemî birîn û êşên xwe yên der barê ziman de di tevahiya dîrokê de bixwînin.

Li vir wekî erk, wekî rol, nivîskarên ku der barê ziman de xwe diwestînin wê careke din wekî pasvanê derbirîna herî kûr û berfirh yê ziman ji nêz ve bişopînin û bilind binirxînin. Her wiha ew ê vê hebûna ziman di vê dîroka nû de teqez bikin û biçespînin.

Pir pêwîst e ku zimanzan û berpirsên ziman ku wê guherînek bedew di ziman de durist bikin, ango wan guherîn di kirasê xwe yê Kurdî de bihêlin wê gavê wê ev gurhertin derbasî beş an aliyên afirêneriyê bibin.

Li vir ev wê çawa bibe? Bi nêrîneke din wê bi çi hebûnê peyda bibe? Kesê/a birpirs bi bêhna xwe tevbide, bi rengê zaroktiya xwe dawervîne, rengvedana hebûna xwe ya giyanî û pîskolojîk rengîn bike û birengîn e.

Heger em bi çavekî lêkolînê li rewşa zimanê kurdî temaşe bikin, wê hemî dahênanên dîrokî der barê ziman de bi şêweyekî rexnelixwegirtinê li ber çavên me biçirûsin. Jixwe em ê qet ji bîrnekin wê ti kes ji bilî nivîskaran wê nikaribin zimanê me ji toz û qirêja dîroka bi êş û çewt û nivîsandina nizim û bi taybet ji şêwazên têkçûyî yên xweragihandinê rizgar bikin.

Ji bo em ji bîr nekin trajediya mezin di dîrokê de ew e, bi qasî ku bazirganên mezin yên di fabrîka û kargehan de peyda dikin û bi wê trajediyê ne, bêyî ku bacên giran bidin. Beravajî mijara bazirganan û bacê. Nivîskar jî bi rehetî dikarin xebatên bedew der barê ziman û hebûna ziman de pêşkêşî civaka xwe bikin, lê baca herî giran xebatên wijdanî ne.

Zirar û ziyana herî mezin ku roja îro digihîje strûktûrên zimanê me (Kurdî), ew hemî di bingeha xwe de li serencamên têkçûn û şikestinên der barê perwerdehiya bi zimanê dayîkê ye.

Jixwe xala herî balkêş! Di vê xirecira ziman û bi kurdî nivisandinê de, yek jê ew e ku windabûna nasnameya me ya nivîsandinê heye û em li wê nasname winda di nav mij û dûmana dîrokê de bê çira û ronî lê digerin. Jixwe tişta herî sosret ew e ku pir ji rewşenbîran yên ku di mijara ziman de xwe didin pêş ew tenê di rojê cejinan de xwe dinepixînin û dipesinînin.

Ta ku êdî kesên dixwazin di mijara ziman de ji bo ku rehet û aram bin li berpirsên vê çandê û kesên ku di warê ziman de xwe diwestînin pir pêwîst e ku asoyên xwe yên derbirînê berfirehtir bikin û berê dîroka vî zimanê dewlemend bidin peravên cihêreng ta ku ew di çarçoveya teorî û pratîka wêjeyê de ji bo pirsan bihêlin. Girîng e ku berî her tiştî ji naverok û ji giyanê laşê dîroka ziman dest bi vejandinê bikin.

Li vir çawa pêdiviya me bi nav û avê heye, êdî wekî erk pêwîstiya me bi êşa ziman heye.
Diyarname (Cano Şakir).

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *