Wezareta saxlemyê: hêşta çi biryarek bo dirêjkirina qedexeya hatnuçûnê dernekevtye
Di çend dezgehên ragehandinêda, daxoyanyek li ser navê berêz wezîrê saxlemyê belavkirye û gotye dê qedexeya hatnuçûnê hête drêjkirin.

Li vêre welatyan û dezgehên ragehandinê pişt rast dkeyn ku çi biryar û pêşnyazeka wesan nîne û çi daxoyanyeka ji evî corî nehatye dan, belku li demê pêdvî û her rewşeka nû bi hemahengya lijna bilinda bersînggirtina koronayê bi fermî rênmayên pêdvî û rêkarên xoparêzî ragehînîn.

Careka dî daxwazê ji welatyên xoştivî dikeyn ko girêday rênmayên saxlemyê bin bo rêgirtin li belavbûna nexoşya vayrosê korona ya nû COVID-19.

Silametî bo hemû layan

Axivtinkerê
Wezareta saxlemyê
(26)y golana (2020)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *