Berî heftî hizar salan, axiftina mirovên nyandirtal û mirovê jîrmend “‘aqil” yên wî serdemî ya sade û sivik bû lewra peywendyên wan yên civakî jî di lawaz bûn û ew pêşnekeftin.

Lê piştî mirovan dest bi xeybetê û basa hevdû kirî “berî sîh hizar salan” êdî bi demjimêran wan dîwanên hevdû bernedan husa peywendyên wan yên civakî bihêz keftin û kum û civakên mezintir pêkhînayn.
Renge bo gelek kesan ev “Tîwra Xeybetê” cihê pêkenînê bît lê hijmareka vekulînan piştgîrya vê tîwrê diken.

Heta serdemê evroke jî pitirya peywendyên mirovayetî çi bi rêka nameyên elîktironî yan peywendyên têlefunî yan stûnên rojnameyan basê xeybetê ye, ta wî radey bo me bûye tiştekê siruştî ko hizir bikeyn ko zimanê me jiber vê merema taybet pêşkeftîye.

Erê tu hizir dikey ko pirofîsurên dîrokê basê egerên peydabûna şerê cîhanîyê êkê diken, demê ew li ser firavînê hevdû dibînin yan jî fîzyazanên navukî di maweyê navbera xwe ya qehwê li kunfiransan basê erdhejan diken?

Hindek caran, lê behra pitir, ew basê wê pirofîsurê diken ya hevjînê xwe li demê xiyanetkirinê girtî, yan basê gengeşeya dinavbera serok beş û ragirê kulîjêda diken, yan jî wan gutgutkên derbarey wî hevalê wan dihêne gutin bas dken yê pareyê terxankirî bo vekolîna xwe jibu krîna tirombêleka legzis bikarhînay.

Helbet behra pitir kesên xeybetê diken tekezê li ser karên xirap diken.

Nivîsîn: Dyan Cemîl
Latînîkirin: Xedeng
Kuplek ji pertûka (mirovê jîrmend: kurtyeka dîrukî li dur regezê mirovî).

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *