Li ser dermanê li hemberî vîruso koronayê (Covid-19) xebatên ji bo derziyan didomin. Ji Çînê û Îngilistanê agahiyên nû hene.

Ceribandina li ser meymûnan bi ser nekit

Zanîngeha Oksfordê li ser meymûnên makak derziya ji bo Covid-19 diceriband, ragihand ku bi ser neketine. Hat gotin ku derziya ceribandine nikariye pêşî li vîrusê bigire. Derzî li ser 6 meymûnan bikar aniye, pêşî li zatureyê girtine lê di belavbûna vîrusê û guherîna di enfeksiyonê de bi ser nekiten.

Niha li ser mirovan jî diceribînin lê nizanin dê encamek çawa derkeve.

Oksfordê peyman girê da

Li aliyê din Wezîrê Aboriyê yê Îngilistanê Alok Sharma got ku ceribandinên Zanîngeha Oksfordê didomin. Wezîr diyar kir ku zanîngehê ligel kompaniyeke dermanan li hev kiriye ku çawa di çêkirina derziyê de bi ser bikevin dê 100 mîlyon doz ji bo vê kompaniyê çêbikin.

Çîn li ser dermanek dixebite

Ji Çînê daxuyaniyek hat belavkirin ku ew li hemberî Covid-19 ne li ser derzî, li ser dermanek ku pêşî li vê vîrusê bigirin dixebitin.

Zanyarên çînî bawer ku ev yek dê bi kêr bê û dibêjin ku ev derman dê tenê ne Covid19 baş bike, di heman demê de ji bo li hemberî vîrusê bedenê mirovan xurt be dê jêbexşiya beden jî xurt bike.

Ji  60 nexweşên baş bûne antîkor hat girtin û derman li ser vê hat çêkirin. Ev lêkolîn yekşema borî di kovareke zanistî bi navê Cell de hate weşandin.

Trump dermanê tayê bikar tîne

Serokdewletê DYA’yê Donald Trump li hemberî vîrusa koronayê ev nêzî 10 rojan e dermanê ku têde hîdroksîklorîk heye û vê didin nexweşên bi tayê dikevin bikar tîne.  Hat gotin ku Trump ligel vê dermanê, dermanê ku çînkoyê zêde dike jî dixwe. Hin pisporên Qesra Spî dibêjin ku aliyên neyînî yên hîkroksîklorîk hene lê dîsa jî Trump vê bikar tîne (Diyarname).

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *