Qelewî êke ji ewan giriftên vî serdemê nuke, buye nexoşyeka berbelav û ji egerê xwarina zor zêde û encamnedana werzişê û royiniştinê bo demekê drêj drust dibîtin.
Malperekê zanistî şeş curên xarinê yên dyarkirîn, bo çareserkirina vê ne xoşyê û rizgarkirina leşî ji çewryeka zêde:

1. Zerzewatî belg kesk: taybet belgêt sipînaxê ko dişêt rêjeya çewrya leşê mrovî kêm biket. Ewjî ji encamê hindê ko rihên zor yêt bihêz di navda hene, dje Oksîde û hebûna vîtamînên zor têda, evejî dê bîte egerê kêmkirina hestkirina mrovî bi birsatyê û duyirkevtin ji nexuoşyên dilî û şêrpençê û çav z’îf bûnê.

2. Paqlemenî (bqulyat): ji gringtirîn serçaweyên siruştîne, jberku zor dewlemendin bi rîşalan anku Fayberan û dişên ew çewrya dinav leşê mirovîda nehêlin û helbiken û rêja şekirê jî dinav xuyna mirovîda kêm biken, jiberku rêjeyeka zor ya (Potasîwmê) di navda heye, ko hişkatya leşî kêm diketin û berizbûna fişara xuynê jî nahêlîtin û rêgiryê ji celta mêşkî diket.

3. Sîr û pîvaz: ko rêjeya (Kolîstirolê) di nav xuynêda kêm diken û herwesa jinavbirina bektirya û vayrosên zyanbexiş û rêgire li tuşbûna mirovî ji nexoşyên dilî.

4. Bîbera sûr: ev curê bîberê di bîte egerê rêgirtinê li zêdebûna rêjeya (Ensulîna) zêde û rêkxistina rêjeya şekirê dinav xuynêda û jnavbirina çewrya zêde dinav leşîda.

5. Karî û beharat: ko pêdivyeka serekîye di çêkirina tama xwarinêda û dije Oksîde û harîkare jibu parêzgarîkirin ji nexoşya gedey û rêjeya çewryê kêm diketin.

6. Darçîn: ko ji layê wezareta kiştukalya emrîka ve taqîkirin lser encam day, dyarbûye ko çarêkeka keçkî dinav xwarnêda dişêtin hemî çewrya leşî jinav bibetin û baştire (20) cara ji xwarna bêy darçîn, herwesa darçînê şyana hindê heye ko rêjeya şekirê kêm bketin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *