Leyla Qasim di sala (1952)ê li Xaneqîn ji dayk bûye û di (12)ê gulanê (1974)ê li Bexda, hatye sêdaredan) yek ji wan keçan e ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgêriyê tê nasîn.
Leyla Qasim di nav hevalên xwe de ji yekî hez dikir ku navê wî Cewad bû. Ew hertim bi hev re dixebitîn. Leylayê bi hevkariya Cewadî Yekîtiya Qutabî yên Kurdistanê ya di bin serokatiya Adil Muradî da nasîn û wekî endam tevî wan bû û her bi piştgiriya Cewadî, tevî refên pêşmergeyan bû.
Li Zanîngeha Bexdayê evîna Cewad û Leylayê di nava xwîndevanên Kurd û yên din de pêşverûtiya bîr û ramanên Leylayê ji heval û dostên wê re da selmandin (îsbatkirin). Herçend bû Cewad xwendevanê zanîngehê nebû û karkerê karxaneya (fabrîkaya) zeytê bû, wê ew wekî hevalê jiyana paşerojê hilbijartibû. Leylayê bi wan xebatên xwe îspat kir ku di şoreşê de û di civakê de jin dikarin li rex mêran û mil bi milên wan têbikoşin û li doza xwe xwedî derbikevin.
Leyla û Cewad ku xwedî baweriyeke mezin bi doza neteweya xwe bûn, di sala 1974’an de bi hev re gotarek li ser rewşa civakzanistî ya Kurdan nivîsî û li derfetekê digeriyan ku gotara xwe biweşînin û di nava gelê de belav bikin. Lê destpêkirina şerî ji nû ve û girtina wan bû sedema hindê ku gotara wan ji aliyê sîxurên Beesê ve hat wenda kirin. Piştî xebata salên dijwar û giran di 11’ê Adara sala 1970’an de, piştî danûstandinên dûr û dirêj di navbera serokkomarê Iraqê û nemir Mele Mistefayê Barzanî de, di çarçoveya Iraqê de otonomî ji Kurdên Kurdistana Başur re hat diyarkirin. Rewşa şerî û aştiya di nava Partî Demokratî Kurdistan û komara Iraqê de heya Îlona sala 1974’an domand.
Di wê serdemê de Amerîkayê jî hevkariya serhildana kurdan dikir, lê mixabin dema ku bi rastî pêdvî bi hevkariyê hebû, dewleta Emrîkayê ew bi tenê hiştin û destûr da jandarmê xwe yê rojhilata navîn Mehmed Reza Şahê Pehlevî ku ji bo şikandina şoreşa Kurdan hevkariya Beesiyan bikin.
Piştî wê, dema ku Emrîkayê û rejîma Îranê destê xwe ji piştgiriya Kurdan berdan, rejîma Iraqê dijberî Kurdan şereke giran û hovane destpêkir û ji nişkan ve di civakê de pir tevlihevî çêbûn. Malbatên Kurdan ji Bexdayê hatin derxistin û rewşa siyasî ya Kurdan roj bi roj xirabtir dibû. Li Bexdayê endamên Îstixbarata dewletê bi sedan xwendevan û Kurdên niştîmanperwer girtin û rewşek tijî tirs ji azadîxwazên Kurd û Ereb re afirand. Herwiha, li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin û di 24ê Nîsana sala 1974’an dd bajarê Qeladizê jî bi giranî hat bombebaran kirin ku di encamê de çend xwendevanên Kurd jî şehîd bûn.
Piştî vê yekê, Beesiyan êrişî ser bajarê Helebçeyê kir û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuştin û birîndar kirin. Li hemberî van hovîtiyên rejîma Iraqê, gelek xwendevan û sivîlan ji Bexdad û bajarên din yên Iraqê xwe gihandin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên pêşmergeyan bûn. Lê Leyla Qasim û Cewadê Hemewendî di wê baweriyê de bûn ku divê xebat ne tenê li çiyayên Kurdistanê, belkî xebata herî giran, pêwîst e di nava cergê dijmin de û bi taybetî jî li bajarê Bexdayê bê domandin.
Di roja (28)ê Nîsana sala (1974)an de (28.04.1974) Leyla û çar hevalên wê Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî hatin girtin û rejîma Bexdayê di Rojnameya Elsewre organa fermî ya dewletê û di radiyo û televîzyona xwe de ew girtî wekî terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkî û raya giştiya cîhanê re dan nasîn.
Leyla û hevalên wê di girtîgehê de rastî şikence û azareke pir mezin bûn. Herçend biçûktirîn tawan li ser wan nehat îspatkirin jî, lê rejîma Iraqê ji bo tirsandina Kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr ku piştgirî ya doza xwe ya neteweyî dikir, di demeka kurt de (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgeheke formalîte her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin (Gelawêj).