Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 280,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê (282,104) kes jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî bi qasî 80,000 kes bi wê vîrusê mirine.

Li dû Amerîka, (31,930) mirinên ji vîrusa korona Brîtanya, li dû wê jî bi (30,560) mirinan Îtalya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê heta niha (4637) kesan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane (VOA).

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *