Xwendevanên delal!
Bi hêviya haydarbûna we li dek û dolabên ”heval” û ”bira”yên xûtxirab. Piştî ku hûn kesên xûtxirab nas bikin, hûn êdî karin bi hêsanî xwe ji wan biparêzin. Her serkeftî û serfiraz bin…
Belkî we çîroka bi navê BIRATIYA QULING Û ROVÎ bihîztibe. Eger we nebihîztibe jî, hûn li virê dikarin bixwînin. Li wê gorê êdî hûn dikarin naveroka biratî, dostanî û hevaltiyê werbêj bikin:
Çendî ku çîrok dirêj e, lê ez ê tenê beşek jê pêşkêşê we bikim:
Dibêjin, kaniyek li keviya mêrgekê hebûye, hertim roviyek diçû av jê vedixwar. Çi dema Rovî diçû ber kaniyê, didît ku wa ye gulingek jî li mêrgê ye û di nava giyaya teze de li kulî û kurmikan digere.
Rovî li Qulingê nêr niherî û Quling li Roviyê pûrtweşandî niherî. Rovî di dilê xwe sêwra xwarina goştê Qulingî kir û dest bi honandina dek û dolaban kir. Piştre Rovî bangê Qulingî kir û got:
– Ha Qulingo!
Qulingî got:
– Ha, çi ye Roviyê qarçek.
Rovî got:
– Ka îro xweş xeberde, pêşniyareke min ji te re heye.
Quling di ber xwe de keniya û got:
– Ka bêje Rovî, çi ye pêşniyara te?
Rovî got:
– Ez dixwazim, ez û tu bibin heval û bira.
Qulingî got:
– Rovî, wele hevaltî xweşxeber e, lê min ji te ne bawer e. Ka wê biratiya me li ser asasî be?
Rovî got:
– Tu yê min li asîman hînê firrê bikî, ez ê jî te li erdê hînê dek û dolaban bikim. Wê hinge erd û ezmên tev dikevin binê destên me. Lê pêşî ez dixwazim te dawetê ziyafetê bikim. Em ê hevûdu, rind jî hev nasbikin.
Qulingî got:
– De baş e, Rovî.
Rovî got:
– Tu hema sibe vî çaxî mêvanê min î.
Qulingî got:
– Ser çavan û ser seran…
Roja dinê Rovî dîzek pelor çêkir û bir çû, bera ser sellê li ber kaniyê da û bangê Qulingî kir, got:
– Birayê Quling, de were ser ziyafetê.
Gulin jî yekî qirase mînaye Teyrê Sîmir, pirî ku qelew û gir e û pixav ji Rovî nake.
Dema Quling çû ba Rovî, dît ku Rovî pelorê bera ser selekî daye û tirpînî ji dilê wî hilat, xwe bi xwe got: “Dek û dolab tê de hene, lê ka ez ê binerim…”
Rovî her care zimanê xwe li pelorê dixe, ji vî serî dibe aliyê din û dadiqurtîne. Lê Quling cara pêşî nikulê xwe li pelorê xist, reqîneke wisan ji selê (kevirê pehn) nivêjê anî ku êş ket serê wî, hema xwe da paş û got: “Elhemdulilah, şikir ji Xwedê re ku vî teamê xweş daye me.”
Rovî bala xwe dayê ku Quling çendî ku hinek şewişî, lê neket erdê û deka wî cig negirt, li hin dekên dî sêwirî.
Piştre Qulingî got:
– Birayê Rovî, sibehê îcar tu vexwendiyê min î, tu werî ziyafetê.
Rovî bi umîda ku wê keys li Qulingî bîne, roja din çû ser ziyafeta birayê xwe Quling.
Quling nok kelandine û xistine sewîlekî, danî ber xwe û Rovî.
Her cara ku Quling nikulê xwe di devê sewîl ê teng re dixe hindur, çend lib nok dixwe. Lê Rovî gava sewîl dît, xwe bi xwe got: “Elawekîl, dema ez sere xwe têxim nava sewîl, wê serê min tê de asê bimîne.”
Rovî çend car devê xwe xist devê sewîl, herwekî nokan dixwo, lê piştre Rovî dora devê xwe dalast û xwe da paş, piştre got:
– Birayê Quling, Xwedê zêde ke, spas ji vê ziyafetê re.
Rovî xwe bi xwe sêwirî û got: “Ev dek jî xeter bû, lê ez neketimê. Divê ez dekeke din bihonim û goştê birayê xwe Quling bixwum…”
Ji Folklora Kurdî
Zeynelabidîn Zinar
RIATAZA