Li roja cîhanya Talasîma, vê nexoşyê binyase:
Nexoşya Talasîmyayê; nexoşyeka zikmakîya dirêj xaneye, bi şêwê bomawetî (Wîrasî) dihête veguhastin bo neweyan, ev nexoşye piştî ji daykbonê sê heyvan derdikevît, bi egerê kêmkirin û dabezîna rêja xirokên sor yên xuyna leşê mirovî, ewjî bi hukarê zî têkçûna van xirokan (ko bi şêweyekê asay her 4 heyvan carekê nwî di bineve) jiber vê çendê pêdvî bi xuynê dibin û berdewam divêt li jêr çavdêryêda bin.

Corên nexoşya Talasîmyayê:
1- Mêcer ya (mezin) ko corekê qurse û di mawê heyvekêda çêdbît dûcara xuynê wergirît.
2- Mayner ya (biçîk) bi tinê di haletên pêwîstda pêdvî xuyn têkirnê diket.
Nîşanên nexoşya Talasîma:
1- Reng zerbûn.
2- Kêmbûna rêja Hîmogilobînê (HB) di xuynêda.
3- Geşekirina zarokî gîrodibît.
4- Cerig û tehlik sitîr dibin.
5- Derhatina hestîkên seruçava.

Çareserî:

Çareserî ya pêkhatye ji: xuyn têkirina berdewam, dermanên dije asin (Dîsfîral, çaya reş, vîtamîn C) digel çandina mejyê hestîkî.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *