Karl Heinrich Marx di (5)ê Gulana (1818)an de li Triera yek ji bajarên Almanyayê hatiye dinê. Fîlozof, civaknas, aborînasê polîtîk, dîroknas û sazûmankarê sosyalîzma zanistî ye. Di ciwanîya xwe de Hegelîyên Ciwan nas kir û peywendî bi felsefeyê re danî.
Karl Marx di (1843)an de dest bi nivîsîn û sazkirina ramanên xwe kir. Di sala (1844)an de wî li gel hevalê xwe yê herî nêzîk Friedrich Engels Manîfestoya Partiya Komunîst weşand, ku ev beyanname di cîhanê de yek ji pirtûkên herî zêde hatiye wergerandin û xwendin e.

Karl Marx digot, “fîlozofan heta îro bi awayên cuda tenê cîhanê şîrove kirine, lê ya girîng guhertina wê ye. Marx ji ber fikrên şoreşgerî pêşî ji Prûsya, dûvre ji Fransa tê mişextîkirin û koçî Brîtanya dike, heta dawiya emrê xwe li London dijî.

Karl Marx ji ciwanîya xwe heta roja mirinê hemû ked û jîrahî û ramanên xwe ji bo hilweşandina pergala kapîtalîst û avakirina cîhaneke komunîst bi kar anîye.

Felsefa marks ji pêvajoyan felsefê zêdetir kirinê ji dike nava xwe de. Bi vê yekê cude dibe. Marks, kirin û hizir di jiyanê degahanda hevdû û “felsefe praksîs” pêş xist. Li gor vê felsefe markssizmê, kirin û hizir bi hev re dike.

Piştî mirina wî re Lenîn, Mao, Stalin û Troçkî marksizîm şîrove kirina. Bi van şîrove yan, Lenînîzm û Maoîzim derdikeve.

Karl Marx bi gelemperî serê xwe bi ravekirina têkilîyên ked û sermiyanê, kapîtalîzmê dîrokê avahîya civakî, materyalîzma dîyalektîk êşandîye (Gelawêj).

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *