Hunermend Seîd Gabarî, di 13ê Nîsana 1956an de li gundê Xirbê Kejê yê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Di heşt saliya xwe de dest bi muzîkê kiriye û wek her Kurdekî di wî wextî de jiyana xwe di bin zilm û zorê derbas kiriye. Gelek caran bi Seydayê Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj re rûniştiye. Helbestên wan ji wan sitendiye û kiriye stran.

Di sala 1967an de xwe bi xwe hînî lêxistina bizqê kir û piştî du salan, di 1969an de, konsera xwe ya pêşîn da. Di sala 1970î de ji ber straneke şoreşgerî li konsereke mezin li Qamişlokê hate girtin, wî pir eşkence û zehmetên bi êş dîtin û gotinên stran û awazên Kurdî lê qedexe kirin. Lê Seîd Gabarî xwe ti carî ji stran û awaz û gotinên Kurdî dûr nekir. 

Seîd Gabarî ji ber zextên siyasî ew neçar ma ku derkeve Ewropayê. Di van salên dawî de Seîd Gabarî gelek caran li Herêma Kurdistanê dima.

Seîd Gabarî bi dehan stranênn şoreşgerî û evîdarî gotin, yek ji stranên wî yên gelekî naskirî ‘Bilbilê Dilşad e’, ku Seydayê Tîrêj ser Mele Mistefa Barzanî nivîsandibû.

Gabarî her weha çûbû nava Şorişa başûr û li wê derê mabû. Di TVyên Kurdistanê de bername amade dikirin û tevlî bernameyan dibû. Diçû aheng û dawetan û stran digotin.


Hunermendê hezkirî Seîd Gabarî îro (4/5/2020) li danê sibehê saet (04:45) li Nexweşxaneya Serdem a Hewlêrê koça dawîkir.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *