Navê wî (Mele Xidir)e, navê bavê wî Şaweys e, li Şarezûrê, li gundê Qeredaxê sala (1797)an ji dayik dibe.

Destpêkê li Silêmaniyê dixwîne, piştre diçe Şamê û du-sê salan lê dimîne, li paş wê diçe Stembolê û li wir gire-girên kurdan nas dike, ji wan Ehmed Paşayê Baban e, û helbesteke kurdeperwerî jî li ser dinivîse.

Di xortaniya xwe de, Nalî dil dikeve qîzekê, navê wê Hebîbe bû, û gelek helbestên evînî li ser xwe û wê dinivîse.

Nalî wekî damezînerê toreya Kurdî ya kilasîk li başûrî Kurdistanê tê hesêb.

Helbestên Nalî bi giştî tevhevin, ew hem yê dildarîyê ne, hem jî yên kurdperweriyê ne.

Ji ber êşa dildariya xwe, û ji ber derdê miletê xwe, navê Nalî li xwe kir, wekî navekî toreyî ku ew ji ber êşê dinale.

Dema ku Nalî li Şamê bû, ew xwendekarekî zîrek bû û wekî helbestvan jî hatibû naskirin.

Bi zaravên Kurdistanê baş dizanîbû, û dibêjin ku rêzmana erebî ji bo zimanê kurdî wergerandiye.

Nalî di sala (1855)an de koça dawî dike û li gundê xwe tê veşartin.

Parçeyek ji Helbestek Nalî:

Ax li cem vê Hebîbê

Ax li cem vê Hebîbê, pêbenda serê wê tune.

Ne şekir qende, bejna wê bilinde, qendê wê tune.

Adetekî wê heye, qet car ji kesî napirse,

zilameke bede, qet xeyfa xwe da rinda mîna wê tune
(welat)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *